Ketîbeya Hîzbûlaha Iraqê ragihand ku rojnamegera amerîkî Shelly Kittleson bi şertê welat biterikîne hatiye berdan.
Berpirsê Ewlehî ya lîwayan Ebû Mucahîd Esaf daxuyaniyek kurt da û ev agahî da: “Ji bo şopandina helwesta Serokwezîrê berê ‘Mihemed Şiya Sûdanî’ me biryar da ku rojnamegera amerîkî Shelly Kittleson azad bikin ku demildest welat biterikîne.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku careke din ev yek dubare nabe û got: “Em di rewşeke şer de ne, di vê rewşê de gelek caran pîvan tên piştguhkirin.”
Hêjayî bi bîr xistinê ye 1ê nîsanê rojnamegera amerîkî Shelly Kittleson li paytexa Iraqê Bexda hatibû revandin.













