Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bendava Tişrînê, tevî êrîşan û şertên zahmet ên hewayê jî çalakî û berxwedana xwe didomîne.
Nobedarên li bendava Tişrînê 16 roj in çalakiya xwe berdewam dikin û daxwaza rawestandina êrişên Dewleta Tirk dikin. Îro şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî çalakiya nobedariyê bû. Tevî serma û baranê jî çalakvan ji bo rawestandina êrişan çalakiyên xwe yên aştiyane didomînin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8ê çileya 2025an ve li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bendava Tişrînê dest bi nobetê kiriye û bûne mertalên zindî. Ji bo rawestandina van êrişan di 8ê Çile de karwanên sivîlan ên ji çar aliyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi bendavê ve bi rê ketin, lê Dewleta Tirk a dagirker çend caran êrişî karwan û çalakvanan kir. Dewleta Tirk di 22ê Çile de êrişî çalakvanên li bendavê kir û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn. Heta niha di encama êrişên dewleta Tirk de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 92 kes jî birîndar bûne.