Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş derbarê nîqaşên derxistina zagonan da axivî û diyar kir ku berpirsiyariya derxistina zagonan karê partiyên siyasî ye.
Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, têkildarî nîqaşên pêvajoyê û derxistina zagonan axivî. Kurtulmuş destnîşan kir ku divê di vê mijarê de lez bê kirin lê di heman demê de xebat bi plansazî bên meşandin.
Berpirsiyarî ya partiyan e
Kurtulmuş bal kişand ser rola partiyên siyasî yên ku komên wan di Meclîsê de hene û wiha got: “Ji bo gavên têkildarî pêvajoyê bên avêtin berpirsiyarî ya partiyên siyasî yên li TBMMê ne. Divê pêşniyarên ji bo sererastkirinên qanûnî bigihîjin Lijneya Giştî ya TBMMê. Em ê rola xwe ya hêsankirinê bilîzin, lê berpirsiyariya sereke ya partiyan e.”
Divê hemû alî hîstiyar tevbigerin
Serokê TBMMê di berdewamiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku daxwaza wan a herî sereke danîna çekan e. Kurtulmuş da zanîn ku ji bo çareseriyeke mayinde û encamgir, divê hemû alî bi berpirsiyarî tevbigerin û pêvajoyê di bin banê Meclîsê de bimeşînin.













