Wezîrê Karên Derve yê Îspanayê Jose Manuel Albares diyar kir ku ew ê li Îranê balyozxaneya xwe ji nûve vekin. Yekitiya Ewropayê û muxalîfên Îranê bertek nîşanî vê gavê dan.
Îspanya amadekariya vekirina balyozxaneya xwe ya li Tehranê dike. Li aliyê din raporên nû nîşan didin ku li Îranê karesateke mirovî di bin sêdaran de diqewime. Ev rewş bûye sedema krîzeke nû di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) de.
Zêdetirî 200 girtî di bin gefa darvekirinê de ne
Li gorî agahiyên ji saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hatine girtin, piştî agirbesta bi Amerîkayê re, dadweriya Îranê biryarên darvekirinê lezandiye. Hat ragihandin ku niha herî kêm 214 girtiyên siyasî û xwepêşandêr di qonaxa dawî ya darvekirinê de ne. Tenê di 48 saetên dawî de, li girtîgehên Evîn û Recayî Şehr, cezayê darvekiriyê yên 12 kesan hat bicihanîn. Piraniya van kesanan bi îdiaya “şerê li dijî Xwedê” û “sîxuriya ji bo dijmin” tên tawanbarkirin.
Ewropa dabeş bûye: Nerazîbûna li dijî Madrîdê
Gava Îspanyayê ya vekirina balyozxaneyê, li siyaseta Ewropayê veda. Serokwezîrê Almanyê Friedrich Merz û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kirin ku dê ev gav di mafê mirovan de pêşî li pêşketineke berbiçav bigire, dan zanîn ku ew ê asta têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tehranê re baştir nekin. Hat gotin ku gava Îspanyayê yekrêziya Ewropayê xera dike.
Parlamenterê Hollandî Tom Berendsen, Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Guy Verhofstadt û hin parlamenterên Parlamentoya Ewropayê daxwaz kirin ku ji ber vê gava Îspanyayê divê zext li hikûmeta Madrîdê were kirin. Wan destnîşan kir ku vekirina balyozxaneyê di pêvajoya darvekirin zêde dibin de tê wateya xelatkirina “rejîma terorê” ye.
Berteka muxalîfên Îranî
Komên opozîsyonê yên li dervayî welat bang li Îspanyayê kirin ku ji vê biryara xwe vegere û wiha gotin: “Her dîplomatê ku diçe Tehranê, li ser xwîna ciwanên me yên li ser sêdarê gavê diavêje.”













