Şandeya Îmraliyê ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureya Onder pêk tê, piştî cara duyemîn çû Îmraliyê daxuyanî da. Şandeyê anî ziman ku xebatên Rêberê PKKê Abdulah Ocalan ên ji bo pêvajoyê didomin.
Şandeya Îmraliyê ku ji Parlamenterên DEM Partiyê pêk tê, duh çû Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê piştî duh cara duyemîn hevditin kir, têkildarî hevditina duh de daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Daxuyaniya şandeyê wiha ye:
Weke Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê me di 22yê Rêbendana 2025an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di civînê de, Birêz Ocalan ji malbatên welatiyên ku di şewata Boluyê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest. Lijneya me derbarê hevdîtinên me de ku em bi rê ve dibin agahiyên pêwîst dan Birêz Ocalan. Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên derbarê vê mijarê de bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re bên ragihandin. Em weke lijne em ê xebat û têkiliyên xwe bidomînin û her ku geşedan pêk bên em ê raya giştî agahdar bikin. Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike. Bi hêviya ku ev armanc pêk were, em ji hemû beşên civakî tevkariyên wan ên hêja hêvî dikin.
Lijnya Îmraliyê ya Partiya DEMê”