Serlêdanên pêşbirka ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve bi piştevaniya PENa Kurd, Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê û Komeleya Wêjekarên Kurd ve bi dirûşma “Bi Çîrokekê Bihar Tê” tê organîzekirin û dê di 10ê Gulanê de bi dawî bibin berdewam dikin.
Pêşbirka ku ji aliyê Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî û Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê ve, bi piştevaniya Navenda PENa Kurd, Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê û Komeleya Wêjekarên Kurd ve tê organîzekirin, bi dirûşma “Bi Çîrokekê Bihar Tê” di nav xwendekarên dibistanên amadehiyê de çîrokên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) ya taybet li dar dixe.
Şaredariya Peyasê diyar kir ku deriyê pêşbirkê ji bo hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê/lîseyê vekirî ye. Serlêdanên pêşbirkê ku di 1ê Nîsanê de dest pê kirin dê di 10ê Gulanê de bi dawî bibin. Encamên pêşbikrê jî dê di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bên eşkerekirin. Tenê çîrokên ku bi zimanê Kurmancî an Kirmanckî hatine nivîsandin, dikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Çîrok divê ji navnîşana meîlê ya bi navê cirok-hikaye@kayapinar.bel.tr re bên şandin. Di dawiya pêşbirkê de, bi ragihandinê re dê berhemên ku bên hilbijartin bi diyariyên surprîz werin xelatkirin.
‘Bi armanca pêşxistin û geşkirina ziman û çanda Kurdî tê lidarxistin’
Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî û Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê diyar kir ku ev pêşpirk bi armanca pêşxistin û geşkirina ziman û çanda Kurdî tê lidarxistin û hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê ji bo beşdariyê vexwendin û hat diyarkirin ku tevahiya xwendekarên dibistanên amadehiyê bi çîrokên xwe yên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî yên ku berê çap nebûne dikarin beşdarî pêşbirkê bibin.
Şertên beşdariya pêşbirkê bi vî rengî ye:
* Pêşbirk bi Kurdî (Kurmancî/Kirmanckî) ye.
* Hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê/lîseyê dikarin beşdarî pêşbirkê bibin.
* Her beşdarek dikare bi çîrokekê bi tenê beşdar bibe.
* Çîrok divê ji 4 rûpelên A4an dirêjtir nebe.
* Divê çîrok berê li tu derekê nehatibe çapkirin.
* Divê nivîskar bi heman çîrokê berê beşdarî pêşbirkeke din nebibe.
* Nivîskar ji aliyê mijarê ve serbest in.
* Her nivîskar ji naveroka çîroka xwe berpirsiyar e.
* Mafê Şaredariya Peyasê heye çîrokên ku bên hilbijartin bêyî ku telîfê bide di malper û bultenên xwe de biweşîne.
* Çîrok divê bi bernameya Wordê ji e-maila hatiye diyarkirin re bê şandin.
* Xwediya/ê çîrokê divê agahiyên xwe di heman mailê de wek belgeyeke cuda bişîne.
* Serlêdan dê di 10ê Gulanê de bi dawî bibin.
* Encam dê di 15ê Gulanê de werin aşkerekirin.
* Xwediyên çîrokên ku bên hilbijartin dê bi diyariyên surprîz werin xelatkirin.”













