Maça Amedspor û Umraniyesporê 2 û 2 bi dawî bû û Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Umraniyespor di hefteya 35emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê du saet beriya maçê li stadê cihê xwe girtin. Beriya maç dest pê alîgiran dirûşmên “Kîne em Kurd in em” , “Kesk Sor Şampiyon Amedspor” berz kirin û sirûda “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” gotin. Amedspor û Umraniyespor bi pankarta “Em aşiqî fûtbolê ne li dijî çêra ne” derketin sehayê.
Amedspor ku bi lez dest bi maçê kir gelek pozîsyon dîtin. Lê nekarî golê biavêje. Alîgiran di maçê de bêrawestan dirûşm berz kirin. Dema di maçê de deqîqe bû 21 alîgiran ronahiya telefonên xwe vêxistin û strana “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” gotin. Di deqîqeya 22yan de lîstikvanê Umraniyesporê Batûhan Çelîk gol avêt û skor bû 1 û 0.
Dû re di encama lîstika bi bandor de Amedsporê di deqîqeya 27yan de bi gola Mehmet Yeşîl skor kir 1 û 1. Beşa maçê ya ewil bi vê skorê bi dawî bû.
Di beşa duyemîn a lîstikê de jî Amedsporê gelek pozîsyon dîtin lê nekarî golê biavêje. Di deqîqeya 69an de Umraniyesporê bi gola Jurden Bardhî skor kir 2 û 1. Piştî vê deqîqeyê Amedsporê lîstika xwe ya bi bandor domand. Di encama lîstika bi bandor de Amedê di deqîqeya 93yan de bi gola Mbaye Diagne skor kir 2 û 2. Piştî vê golê Amedsporê çend pozîsyonên girîng dîtin lê nekarî golê biaveje. Maç bi vê skorê bi dawî bû û Amedsporê di rêya şampiyontiyê û çûyîna Lîga Super a TFFê de derbeyeke giran xwar.
Amedspora ku pûanên xwe kir 72, rêza xwe ya duyemîn parast û dê di 19ê Nîsanê de li deplasmanê bi Bandirmasporê re bilîze. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku hevrikên Amedsporê Erziromspor a di rêza yekemîn de û Erokspor a di rêza sêyemîn de maçên xwe qezenc kirin. Di navbera Erzirom û Amedê de 6 pûan di navbera Amed û Eroksporê de 2 pûan hene.













