Amed – 3yemîn Festîvala Fîlman a Kurdî ya Dusseldorfê ku îsal bi dirûşma “Yekîtî û Berxwedan” tê lidarxistin îro dest pê dike. Di festîvala ku hafizeya dîtbarî ya çar parçeyên Kurdistanê tîne ser perdeyê de, fîlmên cur bi cur dê bên nîşandan. Sînamager Metîn Ewr got ku îsal mijar berxwedan û yekîtî ye û ji bo her parçeyek Kurdistanê dê fîlmek were xelatkirin.
Metîn Ewr ku bi salan e bi kameraya xwe li pey heqîqeta civaka Kurd û êşên penaberiyê ye, îsal li Dusseldorfê fîlmên ciwanan û berhemên nû dinirxîne. Ew dibe mêvanê 3yemîn Festîvala Fîlman a Kurdî ya Dusseldorfê. Ewr, di sînemaya xwe de her tim giranî daye ser çîrokên ku ji bin kavilan derketine û bi zimanekî modern li ber xwe didin.
Metîn Ewr derbarê rewşa sînemaya Kurdî ya îro, bandora kêmderfetiya li ser afirîneriyê û ruhê “berxwedanê” yê di nav fîlmên îsal de ji Ajansa Welat re axivî. Metîn Ewr di derbarê sînemaya ku bi derfetên kêm lê bi vîzyoneke mezin tê avakirin de, nirxandinên pir girîng kir

‘Festîval civak û çandan tîne ba hev’
Metîn Ewr bal kişand ser fonksiyona civakî ya festîvalan û diyar kir ku ev çalakî êş, azar û kêfxweşiyên civakên cuda parve dikin. Ewr wiha axivî: “Festîval civak û çandên cuda tîne ba hev. Çîrokên cuda tîne ba hev. Bi beşdariya sînemageran û fîlman re civak hevdu nas dikin, ragihandinek çêdibe û adeta çandan dinasin. Bi taybetî li diyasporayê, ev festîval ji bo naskirina netewe, çand û hunera Kurd wekî deriyekî girîng in.”
Ji çar parçeyan 29 fîlm: Ji Enfalê heya pirsgirêkên jinan
Metîn Ewr derbarê naveroka festîvalê de agahiyên teknîkî da û diyar kir ku îsal 29 fîlm 3 heb metrajdirêj, 9 heb belgefîlm û 17 heb kurtefîlm di bernameya festîvalê de cih digirin. Ewr anî ziman ku pêşbirk tenê di beşa kurtefîlman de heye û wiha pê de çû: “Ji çar parçeyên Kurdistanê kurtefîlm hatine. Mijarên cur bi cur hene; anîmasyon, mijara komkujiyê, komkujiya Enfalê û pirsgirêkên jinan. Ev cureyên cuda wateyeke din derdixe holê.”
Bandora şer a li ser hunerê: Rojava û Rojhilat
Metîn Ewr got ku şîara îsal a festîvalê “Yekîtî û Berxwedan” e. Metîn Ewr destnîşan kir ku rewşa şer a li Rojhilata Navîn bandoreke neyînî li ser hilberîna hunerî kiriye. Ewr bal kişand ser kêmketina fîlmên ji Rojava û Rojhilat û got: “Rojava ev salek zêde ye di nava şer de ye, loma derfetên berhemdariyê kêm bûn. Li Rojhilat jî ji ber şer û qutbûna teknolojiyê, serlêdan zehmet bûn. Lê tevî van bêderfetiyan jî hinek derhêneran fîlmên xwe gihandin festîvalê, ev ji bo me kêfxweşiyek e. Ev fîlm bi serê xwe nîşaneya berxwedana hunerê ne.”
4 parçe 4 xelat
Derbarê xelatan de jî Ewr agahî da ku ji bo kurtefîlman 4 xelatên sereke hatine amadekirin û got: “Ji bo her parçeyekî Kurdistanê fîlmek wê were xelatkirin. Her wiha 4 xelatên rûmetê jî hene ku festîval bi xwe diyar dike.”
‘Tenê qada me festîval in’
Metîn Ewr bal kişand ser astengiyên li pêşiya sînemaya Kurdî û ev yek got: “Li her çar parçeyan û li diyasporayê ji aliyê fîlm çêkirin û nîşandanê ve astengî pir in. Tenê qadek dimîne ji bo nîşandana fîlman, ew jî festîval in. Festîval deriyekî girîng e ji bo sînemageran ku derdê xwe bigihînin dinyayê.”









