Dadgeha Stenbolê Rojnameger Eylem Babayîgît girt û şand girtîgehê. Eylem Babayigît peyama ‘Em ê li derve jî li hundir jî binivîsinin. Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin’da.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin de, rojnamevan Eylem Babayîgît di 22ê çile de bi şev li mala ku lê dima binçav kirin. Eylem Babayîgît piştî 3 rojan li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê girtin, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin û bi îdiaya endamtiya rêxistinê girtin û şandin girtigehê.
Eylem Babayîgît k hat girtin ev peyam şand: “Girîngiya cihê em lê dimînin tuneye. Em li hundir jî li derve jî dinivîsin. Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin.”
Li aliyê din rojnamevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû ku di çarçoveya heman lêpirsînê de di 17ê çile de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi nûçe û bernameyên xwe ên ku çêkriin hatin sûcdarkirin. Dîsa nirxandinên der barê tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de jî di nava sûcdariyên rojnamevanan de cih girtin.
Ji 20ê Kanûnê heta niha di 35 rojan de 14 rojnameger hatin girtin.