*Girtî Fûat Taşkin ku di Girtîgeha Sîncanê de tê ragirtin, ji ber ku naxwaze biçe nava girtiyên bêalî, ew kirin hucreya yek kesî.
* Rêberê PKKê Abdrullah Ocalan di hevdîtina parêzeran a 06ê Nîsana 1999an de peyamên ji bo çareseriyê dabû û wiha gotibû: “Eger li hevkirin nebe, dê di sedsala 21an de şer girantir bibe.”
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin dê çalakiya li qada Galatasarayê ya Stenbolê berdewam bikin (12.00)
* Xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bêne darizandin dê çalakiyên xwe yên hefteyî li Parka Kosuşoyu ya Amedê û Parka Gulistanê ya Êlihê berdewam bikin (12.00)
* Komîsyona Girtiyên Nexweş ji bo girtiyên nexweş bêne berdan dê çalakiyên xwe yên heftane li Stenbol û Enqereyê berdewam bikin. (13.30)