Fermandariya Hemze Seyîduş-Şuheda ya girêdayî Hêzên Supaya Pasdaran a Îranê berpirsyariya êrişên li ser kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê girt ser xwe.
Fermandariyê derbarê êrişên bi drone û moşekan ên ku li sînorên Hewlêr û Silêmaniyê li dijî baregeh û kampên hêzên Rojhilatê Kurdistanê hatin lidarxistin de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de bi awayekî fermî hat qebûlkirin ku ev êriş ji aliyê wan ve hatine kirin. Her wiha hat îdiakirin ku di encama van êrişan de 3 kes jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.
Di êrişê de sivîl û pêşmerge şehîd bûn
Di 17ê Nîsanê de, êrişeke moşekî ya giran li ser Kampa Cejnîkan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), ku dikeve nêzîkî navçeya Behirke ya Hewlêrê, pêk hatibû. Di encama vê êrişê de welatiyê Kurd ê bi navê Şahîn Azerberzîn şehîd bû û bavê wî jî bi giranî birîndar bû.
2 pêşmergeyên jin şehîd ketibûn
Di heman rojê de, hêzên rejîma Îranê Kampa Alane ya li sînorê Balîsanê jî bombebaran kirin. Di vê êrişa duyemîn de jî 2 pêşmergeyên jin ên Partiya Demokrat bi navên Neda Mîrî û Semîra Ellayarî şehîd bûn û hejmarek pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Ev êrişên Îranê li seranserê Kurdistanê û ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve bi bertekên tund hatin pêşwazîkirin. Bang li civaka navneteweyî tê kirin ku li hemberî binpêkirina serweriya xaka Başûrê Kurdistanê bêdeng nemîne.













