* Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat têkildarî hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir wiha got: “Divê dewlet û hemû kes baş bizanibe ku ji bo çareseriyê gav neyê avêtin û tecrîd bi dawî nebe ev rewşa nebaş a li welat dê bêtir xerab bibe.”
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê têkildarî êrîşên li ser ambulansan ên li Bendava Tirşînê pêk hatin, li pêş AZC Plaza ya Ofîsa Amedê daxuyaniyê bidin. (13.00)
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Baydir dê beşdarî deklarasyona kampanya îmzeyan a bi şîara “Ji Rojava re statu, ji gelan re azadî” ku li Cemîyeta Rojnamegeran a Başûr û Rojhilat (GGC) pêk bê, bibe. (11.00)