Li gor nûçeya Reutersê, hêzên rejîma Îranê li nêzî Tengava Hurmuzê dest daniye ser du keştiyan. Dîplomatekê Pakistanê jî eşkere kir ku dorpêça deryayî ya DYAyê dibe sedem ku ber bi pêş ve çûyîna danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de sist bibe.
Ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwe, ragihand ku hêzên rejîma Îranê li nêzî Tengava Hurmuzê dest daniye ser du keştiyan û her du keştî derbazî Bender Ebas kirine.
Di heman demê de, dîplomatekî pakistanî da zanîn ku tu behsên li ser betalkirina hevdîtinan nehatiye kirin, ev yek nîşan dide ku di danûstandinan de sistbûn û hêdîbûnek heye.
Her wiha diplomatê pakistanî got; “Ceza û dorpêçên deryayî yên artêşa DYAyê, danûstandinên di navbera Washington û Tehranê hêdî dikin. Lê tevî vê yekê jî, Washington hîn jî li ser cezayên deryayî yên li dijî Îranê israr dike.”












