Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), 2 maç ceza da lîstikvanê Amedsporê Mûrat Uçar. Di hefteyên dawî yên lîgê de ku pêşbirka derketina Super Lîgê germ bûye, tayînkirina hakeman û îdiayên “parastina Esenler Eroksporê” bûn sedema nîqaşan. Amedsporê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da û banga edaletê kir.
Di hefteya 36emîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de, Amedspor bibû mêvanê Bandirmasporê. Di deqîqeya 39emîn a maçê de, bi hinceta faulê qerta sor nîşanî lîstikvanê Amedsporê Mûrat Uçar hatibû dayîn. Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bi îdiaya ku “fauleke giran” kiriye, 2 maç cezayê derneketina maçê da Uçar. Di lîgê de ji bo derketina Super Lîgê 2 hefteyên dawî û krîtîk mane. Piştî Erziromspora ku bi 79 puanan di rêza yekem de ye, Esenler Erokspor bi 73 puanan di rêza duyem û Amedspor jî bi 72 puanan di rêza sêyem de cih digirin. Di vê hefteyê de wê Amedspor li sehaya xwe Bodrumspora ku di rêza 5emîn de ye bike mêvan, Esenler Erokspor jî dê biçe deplasmana Sariyerê.
Fikara ‘Esenler Erokspor tê parastin’ zêde dibe
Lê belê di van hefteyên krîtîk de, geşedanên li derveyî sehayê û îdiayên alîgiriya ji bo Esenler Eroksporê mohra xwe li lîgê dixin. Tê zanîn ku Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan di ciwaniya xwe de li vê tîmê lîstiye û berê ji bo vê tîmê gotina, “Tîma projeyê ye, binesaziya Başakşehîrê ye” bi kar anîbû. Her wiha hefteya borî lîstikvanê Enqere Keçîorengucuyê Îbrahîm Akdag jî piştî maça ku 1-0 têk çûbûn, bertek nîşan dabû û gotibû, “Esenler Erokspor bi awayekî eşkere tê parastin.”
Tayînkirina hakem nîqaş gur kirin
Ji xeynî van îdiayan, tayînkirina hakemê maça Sariyer û Esenler Eroksporê jî nîqaş gur kirin. Hakem Erdem Mertogluyê ku berê di maçên Amedsporê de biryarên skandal dabûn, ji bo maça Esenler Eroksporê ya ku di pêşbirka Super Lîgê de reqîbê herî mezin ê Amedsporê ye hate tayînkirin. Ev yek di nava raya giştî de bû sedema gumanên mezin.
Amedspor: Emê rewşê nêz ve bişopînin
Li hemberî van pêşhatiyan, Amedsporê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi sernavê “Em rêveberiyeke adil, şefaf û wekhev dixwazin” daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn: “Bandora xeletiyên hakeman ên hefteya borî li ser encaman, li ber çavan e. Tayînkirina hakeman a vê hefteyê jî li şûna ku fikarên me kêm bike, berevajî vê yekê fikarên me zêdetir kirine. Wekî Amedspor daxwaza me zelal e: Di hefteyên mayî de divê maç bi awayekî adil, şefaf û wekhev werin birêvebirin. Êdî tehamula me ji bo tunekirina keda me û nedîtina xwedana eniya me nemaye. Em hemû rayedaran vedixwînin berpirsyariyê û em ê wekî camîa, hemû maçan bi hestiyariyeke mezin bişopînin.”













