Kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wekî bulteneke leşkerî, bîrdozî û siyasî tê weşandin, bi hejmara xwe ya 9emîn gihişt ber destê xwendevanan.
Kovara ‘Berxwedan Jiyan e’ ku ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve her du mehan carekê tê amadekirin, hejmara xwe ya nû weşand. Kovar bi naveroka pêşketinên leşkerî, bîrdozî û siyasî du mehan carekê derdikeve, di hejmara xwe ya 9emîn de jî bi naverokeke dewlemend cih da geşedanên herêmê û Kurdistanê. Di kovara bi sernava, “Şehîd Sembola Berxwedanê ne” derket de kar û xebatên gaziyên şer, hevdîtin û nûçeyên berfireh ên têkildarî rewşa siyasî û civakî ya heyî cih digirin.
‘Şehadet asta herî bilind a fedakariyê ye’
Di beşa “Ji Xwendevanan re” ya vê hejmarê de nirxên şoreşê hatin bibîrxistin û girîngiya têkoşînê û rola pêşengan hate destnîşan kirin. Di gotarê de ev xal derketin pêş: “Tevahî gavavêtin, pêngav û şoreşên bîrdozî û polîtîk ên derketine holê û bandorên girîng li ser jiyana mirovahiyê kirine, bi saya kadro, şervan û pêşengên ku bi wêrekî û fedakarî têkoşîn kirine pêş ketine û gihiştine serketinê. Asta herî bilind û pîroz a evqas wêrekî, fedakarî û fedaîtiyê bêguman şehadet e. Gotinên herî xweş û bedew ên ku ji bo başî, rastî û pêşketina mirovan hatine gotin, heke bi jiyaneke azad re bûbin yek, ango gihiştibin şehîdên xwe, êdî ew doz pîroz e û tiştekî ku mirov li ser bibêje namîne.”













