Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku di navbera wan û rêveberiya HTŞê de di xetên bingehîn de tu cudahî nîn in, wan lihev kiriye ku ji bo Sûriyeyê tenê artêşek hebe û HSD beşek ji wê be. Ebdî got ku ew hemfikir in ku divê rewşa Sûriyeyê bi diyalogê were çareserkirin û rê li ber kesên hewl didin nakokiyan belav bikin bê girtin. Ebdî anî ziman ku ew niha kar dikin ka dê çawa beşdarî kongreya diyaloga niştimanî yan jî hikûmeta veguhêz bibin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî derbarê geşedanên dawî yên li Suriyeyê, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêkan, diyaloga di navbera HSD û HTŞê de, hewldanên yekitiya aliyên Kurdî de, pirsên ANHAyê bersivandin.
Mazlûm Ebdî beriya dest bi bersivandina pirsan bike sersaxî ji malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan ku dema êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di encama bombebarana balafira dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan re xwest. Mazlûm Ebdî her wiha ji 7 rojnamegerên ku di rojên cuda de dîsa li Bendava Tişrînê di êrişan de birîndar bibûn şîfa xwest.
Pirsên ANHAyê û bersivên Mazlûm Ebdî bi vî rengî ne:
1- Mehek û nîv bi ser rûxandina rêjîma Sûriyê ya berê re derbas bû; di vê deme de li Sûriyeyê geşedanên girîng ên leşkerî-siyasî çêbûn. Hûn vê qonaxê çawa dinirxînin û li gorî we niha rewşa Sûriyeyê çawa ye?
Li gel guhertina dîrokî ya li Suriyeyê ku rejîma Baas hilweşiya, gelê Suriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve, dilxweş bûn. Gelên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî, ji destpêka şoreşa sala 2011an ve, beriya her kesî li dijî rejîma Esed têkoşîn meşandiye. Lewma di serî de Kurd, hemû pêkhate gelekî keyfxweş in. Îro wêneyê derdikeve holê, gav bi gav zelaltir dibe. Lê hîn li Suriyeyê ji bo hemû kesan rêyeke eşkere çênebûye. Em dibînin ku Suriyeyê derbasî qonaxeke nû bûye û nikare vegere rewşa berê. Ji gelên Suriyeyê heta hêzên herêmî û navneteweyî, tu aliyek naxwaze li herêmê şerekî navxweyî yan jî alozî çêbibe. Hemû alî dixwazin ji vê guherîna niha sûd werbigirin û vê firsendê ji bo avakirina Sûriyeyeke nû bi kar bînin.
Di destpêkê de hêzên navnetewî ji qonax û guherînê û ji yên ku gihîştin Şamê ditirsiyan, lê îro helwest û pozîsyona wan aliyan zêdetir zelal dibe. Niha ew alî dixwazin bi rêveberiya nû ya li Şamê re berdewam bikin, lê di heman demê de dixwazin wê rêveberiyê ber bi hin guherînan ve bibin.
Em wekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dixwazin ku ev guherîn bibe bingehek ji bo qonaxeke nû li Sûriyeyê.
Qonaxa nû ya li Sûriyeyê bi gelek asteng û dijwariyan rû bi rû tê û ev dihêle tirs bikeve nava tevahiya gelê Sûriyê. Ya herî girîng valahiyeke mezin a ewlehiyê heye; em dibihîzin ku ji aliyê hin derdoran ve binpêkirin têne kirin û ev binpêkirin aramiya herêmên Sûriyeyê têk bibin. Rewşa aborî hîn jî xirab e û zêdetir xirab dibe. Sûriye hîn jî di bin dorpêçan de ye, dorpêçên aborî hîn ji ser welat nehatine rakirin, hêzên navnetewî hîn negihîştine qenaeteke tam a ji bo rakirina dorpêçan. Sedema wê jî ew e ku heta niha welat negihîştiye forma rêveberiya nû ya pêwîst.
Li aliyê din hêzên berpirsyar hîn negihîştine helwesteke zelal ka ev îdare guncav e yan na. Li kêlika wê nêzîkahiyên rêveberiya nû, ji bo pêşeroja siyasî ya vî welatî metirsiyê derdixîne. Metirsiya sereke jî êrişên berdewam ên ku ji derve li ser xaka Suriyeyê çêdibin e. Em hemû van mijaran wek kêşeyên li pêşiya gelê Sûriyeyê dihesibînin û rê li ber pêşketina welat digirin.
Em dikarin bêjin ku em niha di qonaxek dîrokî ya nû re derbas dibin. Lewma wekî civaka Suriyeyên, hêzên herêmî û navnetewî ji me hemuyan tê xwestin ku ji bo avakirina Sûriyeke li ser bingeha qebûlkirina yên din (cudahiyan), hevkariyê bikin. Di heyama 14 salên şoreşa Sûriyeyê de, 3 rêveberî li ser erdê derketin, yek ji wan hilweşiya û ew jî rejîma berê ya Baas bû. Niha li şûna wê Heyet Tehrîr El-Şam heye. Herdu rêveberiyên din jî yên ku bi navê Rojhilatê Firatê û Rojavayê Firatê tên binavkirin in. Rêveberiya rojavayê Firatê ku ji aliyê hikûmeta demkî ve tê birêvebirin, bi şekil û sîstema xwe nayê xwestin, wekî di navê wê de jî heye, demkî ye. Rêveberiya me jî, berhema tecrubeyên me yên li ser asta sazîbûn, siyasî û leşkerî ye. Rêveberiya me ji bo bihêzkirina prensîbên demokrasiyê kar dike. Bêguman bêguman em dixwazin di Suriyeya nû de rolek bibandor û mezin bilîzin.
2- Di demeke ku banga diyalogê ya ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde li Sûriyeyê û pêngava avakirina welat tê kirin de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Bi taybetî êrişî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê dikin. Armanca van êrişan çi ye? Niha rewşa dawî ya şer çi ye?
Ev nakokiyeke mezin û eşkere ye. Piraniya Sûriyeyê di qonaxeke rawestandina şer de ye, dibe ku hin pevçûnên biçûk hebin, lê heta astekê aramiyek heye, şer û pevçûnên mezin nîn in. Tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş hene. Wekî wekî we jî anî ziman, li ser herêma Qereqozaq û Bendava Tişrînê, her wiha herêmên me yên din her roj êriş hene. Bi awayekî rojane, bi balafir û topên Tirkiyeyê bombebaran çêdibe.
Ev nakokiyek mezin a Tirkiyeyê ye, ne li gorî wêneyê Sûriyeyê ku niha behsa wê tê kirin û dibêjin ketiye qonaxa çareserkirina kirîzê. Di demeke wiha de komên girêdayî Tirkiyeyê yên bi navê ‘Artêşa Netewî’, bi piştevaniya balafir û topxaneyên Tirkiyeyê êrişên li ser herêmên me didomînin. Bi rûxandina rêjîma Esed re, ji bo rawestandina van êrişan û ji bo ku gelê me jî mîna gelên Sûriyeyê di nava aramiyê de, her wiha ji bo ku şer bê sekinandin, me gelek pêşniyar pêşkêş kirin. Mînaka wê jî ew e ku me ji bo rawestandina êrişa li ser Kobanê, pêşniyar kiribû. Niha jî ji bo rawestandina êrişên li ser Bendava Tişrîn û devera Qerqozaqê pêşniyarên me hene û em bi riya navbeynkaran, bi taybetî bi riya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser kar dikin. Hinek aliyên din jî hene ku ji bo rawestandina êrişan erênî nêzîk dibin û em jî erênî nêzî hemû pêşniyarên ku dixwazin êriş rawestin, dibin.
Lê aliyên li beramberî me li ser êrişan israr dikin û didomînin. Em hîn jî ji bo agirbesteke giştî û domdar ku herêmê jî wek hemû herêmên din ên Sûriyeyê ber bi aramiyê ve dikişînin, dixebitin û girîngiyê didin qanaxa siyasî. Lê heta niha me tu nêzîkahiyek erênî ji van aliyan negirtiye. Heta niha jî ew alî ji bilî biryara şer, negihîştine biryareke din a li ser vê mijarê. Lewma êriş hîn berdewam dikin û ji vir jî em dibînin ku berpirsyariya rêveberiya nû ya Suriyeyê heye. Pêwîste rêveberiya nû ya Sûriyeyê helwesteke zelal der barê van êrişan de diyar bike û ji bo rawestandina wan kar bike. Rêveberiya nû xwe berpirsyarê hemû Sûriyeyê dibîne û bi me re danûstandinê dike da ku em bikevin nava diyalogê û bi hev re ji bo avakirina pêşeroja Sûriyeyê bixebitin, ji ber wê erka wê rawestandina êrişan e.
Ev êriş li dijî hewldanên navxweyî û navneteweyî yên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê ne, ji ber vê yekê rêveberiya Sûriyeyê û aliyên ku dixwazin çareseriyekê ji kirîza Sûriyeyê re bibînin û ji bo pêvajoya siyasî û avakirina Sûriyeyê kar dikin, divê beriya her tiştî ji bo rawestandina êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar bikin. Ji ber ku bêyî wê em weke gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikarin di qonaxa bê ya siyasî de karekî bi bandor bikin. Lewma piştgirî û xebata me ya ji bo Sûriyeyê, girêdayî rawestandina êrişên li ser herêmên me ye.
3- Geşedanên dawî yên li eniyên Qereqozakê û Bendava Tişrînê çi ne, dewleta Tirk û çeteyên wê çima bi israr êrişî van deveran dikin?
Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê ji aliyê erdnîgarî ve di navbera Minbic û Kobanê de ne. Ji bo ku êriş dom nekin û şer bi temamî raweste, me bi aliyên din re lihevkirinek çêkir ku hêzên me ji Minbicê vekişin. Lê tişta ku me dît, hewldanên derbaskirina sînorên lihevkirî û derbasbûna rojhilatê Firatê berdewam kir û êriş didomin. Sînorên ku ji bo rawestana êrişan lihevkirin li ser wan çêbûye, sînorên erdnîgarî yên xwezayî ne.
Li ser lihevkirina ku rawestandina şer a li sînorên aliyê rojavayê çemê Firatê mîsoger dike, em ji Minbicê derketin. Em ji wê re vekiribû ku artêşa Tirk heta cihê tirbe Silêman Şah were. Li gorî lihevkirina me Bendava Tişrînê ne di nava wê herêmê de ye ku ‘Artêşa Niştimanî’ xwe bigihînê. Lihevkirin heta gundewarên Minbicê bû. Lê wan hewl dan xwe bigihînin rojhilatê Firatê û ji aliyê Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq ve êriş kirin da ku Kobanê dorpêç bikin. Hewl dan ku bendava Tişrînê kontrol bikin, derbasî rojhilatê Firatê û devera Serrîn bibin da ku dorpêçkirina Kobanê temam bikin.
Lê berxwedana gelê herêmê ev yek têk bir û ew vegerandin rojavayê Firatê. Ew hîn jî hewl didin ku derbasî rojhilatê Firatê bibin. Eger armanca wan vegerandina gora Silêman Şah be, em ji wê re vekirîne. Lê eger bibe destpêkek bo şerekî nû li ser herêmê, bêguman em rê nadin wê yekê.
Îro li Bendava Tişrînê parastina Kobanê tê kirin. Em bi biryar in ku nehêlin ev plan û ketina bi zorê ya herêmên me pêk were. Em dizanin ku heta agirbesteke giştî û berfireh bi Tirkiye û komên girêdayî wê re pêk neyê, plana dagirkirina herêmên me yên din dê dom bike. Ji ber wê jî dê berxwedana me jî berdewam be û em careke eşkere dikin ku rê nedin derbasbûna bendavê û gihandina rojhilatê Firatê.
4- Di warê pêşketinên leşkerî de ti surprîzên wene hene ku di qonaxên pêş de li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bên nîşandan? Beriya niha jî me dît ku di nava hêzên we de yekîneyên hewayî derketin.
Min di hevpeyvînên xwe yên beriya niha de jî gotibû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne wekî berê ne. Nêzî çar sal in ku hêzên me xwe li ser pêşketina leşkerî amade dikin û di çarçoveya xweparastinê de li ser taktîkên nû dixebitin. Em hêzeke ku bi armanca xweparastinê hatiye avakirin e, ne bi armanca êrişane. Di nava van pêşketinan de fêrbûna rêbaza parastinê û şerê tunelan girîng in. Ev tedbîrên girîng ên li hemberî bombardimanên haweyî ne.
Li hemberî êrşan ji bo tedbîrên girîng xebatek mezin hatiye meşandin. Divê herkes bizane ku her êrişek li ser herêmên me dê wekî seyranekê nebe. Me bi van tedbîran îspat kir ku em dikarin li hemberî bombebaranên dewleta Tirk, hêzên xwe biparêzin.
Li hemberî êrişên bi riya teknîkê tên kirin ji, me di asta bejahî û hewayî de tedbîrên xwe girtine. Di encama van tedbîran de me gelek dronên Tirkiyeyê xistine. Em li ser gelek rêbazên nû jî kar dikin da ku êrişên haweyî û bejahî yên dijî herêmê me têk bibin. Tişta niha derketiye holê, tenê beşek ji tedbîrên me ne. Hemû jî berhemên xwecihî ne yên bi navên xwecihî ne, di dema pêş de jî wê bên zanîn.
5- Seferberiya ku ji aliyê HSDê û Rêveberiya Xweser ve hatiye îlankirin, gelekî deng veda, gel kom bi kom tevlî bûn. Di vê pêvajoya girîng de hun vê tevlîbûnê çawa dibînin, peyama we çiye?
Di qonaxek wiha de pêwîst bû ku seferberî bihata îlankirin. Ji berk u herêm li pêvajoyeke girîng de ye û divê em destkeftiyên xwe mîsoger bikin. Hemû gel jî vê girîngiyê dibînin û li gorî wê berê xwe didin seferberiyê.
Aliyek din ê vê seferberiyê jî ew e ku hemû gelên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, ji bo parastina herêmên xwe bûn yekdeng û ew îrade nîşan dan. Niha em dibînin ku gelên herêmê li tax, gund û bajarokan bi awayekî dildarî ji bo ewlekarî û aramiyê li kêleka hêzên xwe yên parastinê seferber bûne. Ev yek jî xwedî nirxek mezin e. Gelên herêmê beriya niha jî ev yek nîşan daye.
Mijara din a ku dixwazim balê bikişînim ser jî, tevlîbûna ciwanan a nava refên HSDê ye. HSD bihêz e, lê divê bi tevlîbûnan hîn xurt tir bikin. Em niha ber bi pêşeroj û destkeftiyên mezintir ve diçin. Lewma pêdivî bi tevlîbûnên mezintir heye. Tevlîbûnên demkî an jî mayinde girîng in. Ev yek dê sekna me ya di hevdîtinên bi rêveberiya Şamê re de xurt bike û pêşiya têkbirina destkeftiyên herêmê bigire.
6- Hêzên Sûriyeya Demokratîk û gelên herêmê ji dawiya meha Mijdarê ve ji Efrîn û Şehbayê heta Kobanê û Bendava Tişrînê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têdikoşin. Hûn berxwedana şervanan û gel çawa dinirxînin û bandora wê li ser raya giştî ya Sûriyê û navneteweyî çawa ye?
Biryara berxwedan û rûbirûbûnê ne tenê biryara şervan û fermandariya leşkerî ye, di heman demê de biryara giştî ya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Baweriya gelê me bi berxwedanê heye û ew plan Tirkiyeyê û yên girêdayî wê dizanin. Em dibînin ku gelê me çawa berê xwe dide bendavê û li wir çalakiyan lidar dixe.
Bi vê minasebetê em wekî fermandariya hêzên xwe yên leşkerî, vê piştgiriya manewî û nerazîbûna gelê xwe ya li hemberî êrişan gelekî binirx û dîrokî dibînin. Em vê berxwedana wan a domdar silav dikin.
7- Hûn helwesta navnetewî ya li hemberî êrişên dawî yên dewleta Tirk çawa dinirxînin? Peyama we ji bo Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî çi ye?
Ji destpêkê ve hewldanên ji bo rawestandina van êrişan hene; di serî de hevpeymaniya navnetewî û Amerîka gelek hêz hewl didin. Niha jî ev hewldan didomin. Mînaka wê me derbarê Kobanê de dîtiye. Aramiya ku îro li vê herêmê û hemû herêmên din heye, encama berdewamiya piştevaniya van hêzan a ji bo hêzên me ye. Berxwedana gelên herêmê û şervanên HSDê ya li herêma Qereqozaq û berxwedana serdemê ya li Bendava Tişrînê bû sedem ku hemû alî piştgiriyê bidin hêzên me û hewldanên aliyan jî zêde bibin.
Çawa ku ji bo Kobanê tevgerek hebû, ji bo devera Bendava Tişrînê û Qereqozaq jî hewldanên agirbestê hene. Hewldanên agirbestê nehiştine ku êriş berfirehtir bibin. Lê heta niha ji bo rawestandina êrişan tu encam jî dernexistine holê.
Ji ber vê yekê divê em berxwedana xwe ya dîrokî bidomînin. Divê aliyên êrişkar jî zanibin ku ewê nikaribin bi darê zorê û hêsanî derbasî bendavê bibin. Biryara me zelal e û ew jî em nahêlin ku ev herêm bê dagirkirin. Hêzên me îspat kiriye ku dikarin soz û biryarên xwe bicîh bînin.
Li aliyekê berxwedana me ya leşkerî, li aliyê din jî xebatên me yên dîplomatîk wê bidomin û em di wê baweriyê de ne ku bi vî rengî wê qonax bi serketinê bi dawî bibe. Berxwedana şervanên me û ya gelê me li herêma Bendava Tişrînê, wê me ber bi qonaxeke nû ve bibe. Ev qonaxa nû wê ji agirbesteke berfireh dest pê bike û derbasî qonaxa piştî şer a diyalog û avakirinê bibe. Lewma divê hevpeymaniya navnetewî û hêzên din, daxwazên gelê me li ber çavan bigire û zextê Tirkiyeyê bike da ku êrişên xwe yên li ser herêmên me rawestîn e. Ez di wê baweriyê de me ku rawestandina van êrişan dê bibe sedema destpêkirina diyaloga siyasî li Sûriyeyê.
8- Tê gotin ku di navbera HSD û Heyeta Tehrîr El-Şam de alozî û pevçûn hene. Gelo rastiya van çiye, van gotinan kî derdixîne û kî ji vana sûd werdigire, bandora vê yekê wê li ser gelê Suryeyê û pêşeroja wê çi be?
Heta niha tu pevçûn di navbera me de derneketine. Dema operasyona wan destpê kir, ew bi min re axivîn û diyar kirin ku armanca wan rejîma Sûriyeyê ye û hedefa wan herêmên HSDê nîn e; naxwazin di navbera me de şer û pevçûn derkevin. Heta îro jî bi alîkariya navbeynkaran li Reqqa, Dêra Zor û heta bajarê Helebê di navbera me de koordinasyona leşkerî heye. Gelek alî îdîa dikin ku di navbera me de şer heye, lê tiştek wisa nîn e; dixwazin bi van îdîayan aramiya herêmê têk bibin û her du aliyan ber bi pevçûnan ve bibin da ku ji bo armancên din sûd jê werbigirin. Lê em wekî HSDê û aliyê Heyeta Tehrîr El-Şam jî van planan û yên li pişt wan dizani; ji ber vê yekê em ê tenê bibêjin ku planên wan dê têk biçin.
9- Hûn dibêjin ku aliyekî sêyem hewl dide we bikişîne nava şerê bi Heyeta Tehrîr El-Şam re. Eger tiştek wiha çêbibe, dê encamên wê çi bin û kîjan alî dê jê sûd werbigire?
Bêguman aliyekî sêyem heye. Hin aliyên navxweyî hene, hin dewlet bi hemû awayî hewl didin ku di navbera me de şer derxînin. Her wiha hin kesayetên Sûrî û hin komên ku fitneyê belav dikin hene. Ev bi awayekî eşkere tê kirin û ne bi diziye. Carinan em dibînin ku ew li derdikevin meydana Emewî ya li Şamê û dibêjin ku şer û pevçûn hene û bangên bi vî rengî dikin. Lê HSD û Heyeta Tehrîr El-Şam jî di nav de, hemû alî û hêzên navneteweyî bi diyalog û projeya neteweyî re ne û çênabe şer vegere.
Bêguman bi vegerîna şer, wê hemû alî zirarê bibînin; beriya hemûyan jî dê Sûriyeyê zirarek mezin bibînin. Her wiha berjewendiyên hêzên navneteweyî yên li herêmê dê zirarê bibînin. Ez bawer dikim ku her kes vê yekê dizane, ji ber vê yekê tu kes naxwaze ku krîza Sûriyeyê bi şerê çekdarî çareser bibe. Vegera nakokiyên navxweyî yên Sûriyeyê dê ne li gorî berjewendiya tu aliyan be.
10- Tê gotin ku di navbera we û rêveberiya Heyeta Tehrîr El-Şam re danûstandin hene. Gelo têkiliyên di navbera herdu aliyan de niha çawa ne? Xalên sereke yên ku hûn di van gotûbêjan de nîqaş dikin çi ne, hûn li ser çi li hev dikin û xalên ku hun lihev nakin çi ne?
Ez bawer dikim ku gelê me û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin asta têkiliyên me bizanin û em gihîştine ku derê, em çi nîqaş dikin. Niha nîqaş berdewam in. Di destpêkê de em çûn Şamê da ku em nerînên wan bizanin û wan jî dixwest ku nerîna me bizanin. Me hevdîtinên dirêj bi rêveberiya Heyeta Tehrîr El-Şam re, bi birêz Ehmed El-Şeree re pêk anîn. Hin xalên hevpar ên ku me li ser wan li hev kiriye, hene. Ev xal derbarê pêşeroj û rewşa HSDê ya di nav artêşa Sûriyeya pêşerojê de, yekparebûna axa Sûriyeyê, redkirina parçebûnê û pêwîstiya çalak kirina diyalog û çareseriya siyasî de ne.
Di warê stratejîk û bingehîn de em li ser Sûriyeyeke giştî difikirin. Em Sûriyeyeke yekgirtî dixwazin û niyeta me ya cudaxwaziyê tune ye. Gelek kes propagandayê dikin ku em li ser avakirina du artêşên li Sûriyeyê û avakirina dewleteke di nav dewletê de dixebitin. Me tu niyetek di vî warî de tune ye. Armanca me û plana me ya siyasî zelal e, di xetên bingehîn de tu cudahî di navbera her du aliyan de tune ye. Me lihev kiriye ku ji bo Suriyeyê tenê artêşek hebe û HSD beşek ji wê be. Lê li ser mekanîzma, çawanî û naveroka cîbicîkirina van xalan gotûbêj berdewam in. Deh sal in ku HSDê heye û ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê; gelek saziyên leşkerî yên girêdayî wê hene û amadekariyên avakirina hêzeke nû jî tê kirin.
Mijareke ku hinekê wekî nelihevkirinê tê dîtin jî, mijara dema pêkanîna van xalan e. Niha li bendava Tişrînê şer û pevçûn hene. Ew bendav saziyeke niştimanî ye û bi giştî Sûriyeyê eleqedar dike, lewma divê ev pirsgirêk bi rêveberiya Şamê re were çareserkirin. Nakokiyek di navbera me de tune ye û ya herî girîng jî ew e ku niyeta diyalogê di navbera her du aliyan de heye. Lewma divê bi sebir tevgerkirin çêbibe. Bi lez û bez kirin dikare encamên neyînî derxe holê. Em dibêjin divê mesele gav bi gav bê fikirîn û di nava demê de bên çareserkirin da ku bibin xwedî bingehek saxlem û careke din nebin sedema pirsgirêkan.
Em niha li ser çawaniya tevlîkirina vê herêmê di nava proseya siyasî de kar dikin û divê di vê çarçoveyê de jî zelal bin ka em ê çawa beşdarî kongreya diyaloga niştimanî ya ku dê were lidarxistin bibin an jî di hikûmeta veguhêz a ku tê gotin di mehên pêş me de were avakirin de çawa cih bigirin. Rola me di vê hikûmetê de çi ye, divê ev xal bên zelalkirin. Her wiha Sûriyeya pêşerojê dê li ser kîjan prensîban were avakirin, gelo ew ê demokratîk be yan na û dê çawa were birêvebirin? Divê ev xelal werin zelalkirin, ji ber ku ew hemû Sûriyeyê eleqedar dikin.
Bi giştî dikarin bejim em hemfikir in ku divê rewşa Sûriyeyê bi diyalogê were çareserkirin û rê li ber wan kesên ku hewl didin nakokiyan belav bikin bê girtin. Gelek alî û hêzên navnetewî destek didin ku em karibin li Şamê amade bin û wek hikûmeta Şamê nûnerên wan jî li herêmên me hebin.
Çend roj berê civînek li dar ket, me nêrîna xwe bi wan re parve kir, wan jî hinek daxwaz pêşkêş kirin û di pey re jî me daxwazên xwe ji wan re şandin. Bi baweriya min dê bersiva me bê dayîn û dema hin xal têne zelalkirin, em dikarin li ser asta fermandeyiya giştî di navbera me û wan de civînan li dar bixin da ku li ser cîbicîkirina hin gavên praktîkî kar bikin. Lê gavên ku dê bên bicîhanîn divê di nav me de bên gotûbêjkirin û zelalkirin. Ez di wê baweriyê de me ku ji niha ve dikarin li ser hin xalên wekî ‘şerê li dijî terorîstan û DAIŞê, û kampa Holê ku bi hezaran kes lê hene’ kar bikin. Ji bo vê yekê jî pêwîste şande yan jî komîteyek ji Şamê biçe herêma me da ku di navbera me û rêveberiya kampa Holê de hemahengiyê çêbike û çawaniya vegerandina wan ji bo herêmên xwe zelal bike. Her wiha lêkolîna vekirina deriyên sînor ên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ên wekî Qamişlo û Til Koçer bike. Ji ber ku dergeh bi hikûmetê ve girêdayî ne.
11- Eger ji bo we guncav be, hun dikarin hinek behsa daxwazên ku HTŞê ji we kirine bikin. Ji we çi dixwazin?
Me berê di nirxandinên xwe de hinek ji wan daxwazan anîn ziman. Ew daxwaz niha mijara nîqaş û gotûbêjan e, lewma ez naxwazim bi berfirehî behsa wan bikim. Ez di wê baweriyê de me agahiyên min heta niha dane, têrî dikin.
12- Ji aliyê berpirsên Heyet Tehrîr El-Şam ve derbarê HSDê de hinek daxuyaniyên ku hevudin nagirin hatin dayîn. Hinek ji wan behsa berdewamiya diyalogê dikin û hinekan jî daxwaza hilweşandina hêzan û radestkirina çekan kirin. Hûn vanan çawa dinirxînin, çi encam jê derdixînin?
Gelek sedemên van nakokiyê di daxuyaniyan de hene. Zext li ser wan tê kirin, daxwazên hêzên navneteweyî û welatên herêmê hene. Ji bo me ya herî girîng daxuyaniyên rêveberê Heyet Tehrîr El-Şam, Birêz Ehmed El-Şeraa ne. Bi rêveberiya HTŞ û ya Şamê re pêwendiyek rasterast heye. Di navbera me de hinek alî jî tên û diçin. Têkiliyên me di asta jor de ne. Ez bawer nakim ku di navbera me de li ser diyalog û berdewamiya wê nakokiyek hebe.
13- Yekîtiya hêzên Kurd ên li herêmê jî mijarek di rojevê de ye. Herî dawiyê we serdana Hewlêrê kir û bi rêveberên PDKê re hevdîtin pêk anî. Gelo we bi aliyên din ên wê herêmê re jî hevdîtin pêk anî yan na, helwesta wan çawa bû? Di mijara yekitiyê de rewşa dawî çiye?
Ji bilî serdana Hewlêrê, ti hevdîtinek din çênebû. lê belê me bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin çêkir. Wekî hûn jî dizanin pêwendiya me bi Serokê YNKê Bafil Talabanî re berdewama dike. Ev qonax ji bo hemû kesî û bi taybet ji bo Kurdan qonaxek nû ye. Lewma pêwîste di vê qonaxê de ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdan ji her demê girîngtir e ku gav werin avêtin. Em weke HSDê ne tenê bi gelê Kurd re, bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re eleqedar in.
Hinek alî hene ku bi taybetî dixwazin doza Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tenê di çarçoveya doza Kurd de binirxînin. Ev nerast e.
Ev 10 sal in hemû pêkhateyên herêmê di yek xendekê de berevaniyê dikin û xwîna hemû pêkhateyan di heman xendeqê de hatiye rijandin. HSD ji hemû pêkhateyan pêkhateyan pêk tê. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo mîsogerkirina mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di Sûriyeya pêşerojê de bidomînin. Hewldanên me yên di vê çarçoveyê de jî dê bidomin.
Lê belê ev nayê wê wateyê ku em pirsgirêka Kurd li aliyekî bihêlin. Kurd çiqasî di vê qonaxê de hêza xwe nîşan bidin û ref û dengên xwe bikin yek, em ê ew qasî bigihîjin armancên xwe û destkeftên xwe biparêzin.
Helwesta Herêma Kurdistanê erênî ye û di diyalog û danûstandinên me yên li gel Şamê de dixwazin alîkariyê bidin Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di rojên pêş de pêwîste aliyên siyasî yên Kurd li Rojava bicivin. Em ê di rojên pêş de bi hêzên Kurdî yên Rojava re bicivin û hewl bidin ku helwest û bernameya wan a siyasî ya derbarê Kurdên Rojava de bikin yek û desteyek yekgirtî li ser navê xwe ava bikin. Bi vê yekê jî ji bo danûstandinan biçin Şamê û ev yek jî dê piştgirî bide helwesta Rêveberiya Xweser û HSDê yên li ser mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Pêwendiyên me wê didomin.
Em li bendê ne ku rojeva civînan were destnîşankirin, bi hemû aliyan re bicivin, li ser yek maseyê kom bibin. Divê daxwazên xwe bikin yek û çi dixwazin diyar bikin. Armanca sereke ya diyalogan avakirina desteyek yekgirtî ya bi navê Rojava ye ku biçin Şamê û daxwaza mafên xwe bikin. Bi baweriya min ev yek pêwîst e û şert û merc guncaw in ku hêzên Kurdistanî bigihin rêkeftinekê û em ê heta dawiyê di vê mijarê de alîkariya wan bikin. Em difikirin ku di demeke kurt de dest bi van hevdîtinan bikin.