Kovara Bizot û Komeleya Federasyona Çandê ya Ege û Agirî panela bi navê “Helbesta bindestan” li dar xist. Di panelê de li ser girîngiya wêje û helbesta Kurdî hat axaftin.
Kovara Bizot û Komeleya Federasyona Çandê ya Ege û Agirî li avahiya komelê ya li Konaka Îzmîrê panela bi navê “Helbesta bindestan” li dar xist. Nivîskar Lal Laleş, nivîskar Fewzî Ciwan û nivîskar Mekî Ekîn wekî axaftvan beşdarî panelê bûn.
Nivîskar Mekî Ekîn pêşî axivî û bal kişand ser girîngiya estetîka helbestê. Mekî Ekîn diyar kir ku helbest hem kolektîf e hem jî şahid e û wiha dewam kir: “Çima şahid? Ji ber ku ew di wê demê de şahidê bûyerên civakî yên di wê hişmendiyê de ye, şahidê pirsgirêkên hundirîn ên mirovan e. Di heman demê de ew deng e. Ew qîrîn e, bang e. Gava mirov di hundirê xwe de, di ontolojiya xwe de di nava şerekî de be yan jî di civaka xwe de bi mirovan re di nava têkoşînekê de be, helbest jî wisa derdikeve holê. Dema em li helbestên bindestan dinêrin, hem ji bo jinan, hem ciwanan hem jî karker û kedkaran helbest dibe dengê wan. Dema em li xwe dinêrin, em hem di warê çandî, hem hunerî hem jî di warê ziman de ji mafên xwe yên kolektîf hatine mehrûmkirin. Helbestên me bi taybetî li ser van mijarên ku min behs kirin disekinin. Pablo Neruda li ser kolonyalîzma Amerîkayê rawestiya û di wî alî de nivîsand, li cîhanê bi vî navî tê naskirin. Mînakên me jî hene. Mesela Ehmedê Xanî, bêguman ew jî li ser van rewşan rawestiya lê wê demê zordariyên wiha giran nebûn. Paşê helbesta Cegerxwîn ‘Kî ne em’ derket û li ser zehmetiyên Kurdan nivîsand û xwe bi vî awayî da nasîn. Helbest di vê wateyê de bû şahid û ragihînerin.”
‘Melayê Cizîrî ruhê helbesta Kurdî temsîl dike’
Piştre nivîskar Lal Laleş axivî û got ku helbesta Kurdî hewl dide xwe ji bindestiyê rizgar bike. Lal Laleş got ku gelê bindest dikare helbesta ku wî ji bindestiyê rizgar bike biafirîne û wiha got: “Ger em dixwazin dîwarekî edebiyata Kurd ava bikin, divê em ji kevira yekem a Ehmedê Xanî dest pê bikin. Lê divê em vê jî ji bîr nekin ku kesê ku ruhê helbesta Kurdî temsîl dike Melayê Cizîrî ye. Melayê Cizîrî hem ruhê welat, hem ziman hem jî ruhê helbesta Kurdî temsîl dike. Lê li wir ne îdeolojî heye ne jî fikra netewe. Her çiqas gotina Kurdistanê di Dîwana Melayê Cizîrî de derbas bibe jî, kesê ku fikra netewe afirand Ehmedê Xanî ye. Ji ber vê yekê ger ji min bipirsin ka şaîrê herî baş kî ye, ez bê dudilî dê bibêjim Melayê Cizîrî. Lê ger bipirsin ka kî yekem car fikra rizgarkirina ji bindestî û îstismarkirinê pêş xist, wê demê ez dê bibêjim Ehmedê Xanî. Dema em behsa bindestan dikin, em nikarin tenê bi aliyê neteweyî li vê yekê binêrin. Em nikarin tenê di çarçoveya gel de binêrin. Divê em hinekî berfireh binêrin. Ji ber ku civak ji çînan pêk tê. Di warê temsîliyeta şaîrên bindestan de, li gorî min Cegerxwîn temsîla herî baş dike. Ji ber ku Cegerxwîn du tiştên girîng dike. Yekem, ew dizane êrîşî ku derê bike. Mesela di 1930an de dîwana xwe ya yekem dinivîse û dibîne ku estetîk tune ye, biryara weşandina wê nadê. Di jiyana xwe de 10 dîwan weşandiye lê dîwana xwe ya yekem Xoşxan naweşîne. Ji ber ku ew li gorî xwe nedihatibû temamkirin. Îro dema em li helbesta Kurdî dinêrin, şaîrên me yên ciwan bi qasî wî jî xwe özeleştîrî nabin, yên ku dibin jî pir kêm in.”
‘Em gelê mexdûr û neçarî têkoşînê ne’
Di dawiyê de nivîskar Fewzî Ciwan axivî û got ku nivîsandin li gorî rewşa civakê çêdibe. Ciwan anî ziman ku helbestvan û nivîskar hêza civakê ne û wiha berdewam kir: “Ger gel di nava têkoşîn û berxwedanê de be, şaîr û nivîskarê wî jî di nava têkoşîn û berxwedanê de ye. Yanî em ne tenê dengê gelê bindest in, em jî bindest in lê em pêşengên civakê ne. Bi vê re Cegerxwîn, Osman Sebrî, Rênas Jiyan û gelek navên din di nava têkoşînê de bûn. Em gelê mexdûr û neçarî têkoşînê ne. Ger mîna Arnavutan, Lazan, Çerkesan em qebûlî Tirkbûnê bûna em ê mexdûr nemana. Lê ji ber ku em şopînerên dîrok, çand, nasname û zimanê xwe ne, em her tim neçarî têkoşînê ma. Hêviyên me gelek mezin in, em êdî wekî berê nînin. Zimanê me hate qedexekirin, çanda me, nasnameya me hate qedexekirin. Di van şertan de çawa dikare gel wêjeya xwe pêş bixe? Wêjeya me û statuya me ya siyasî bi hev re dimeşin. Her civak li gorî rastiya xwe ye. Mesela em nikarin civaka Kurd wekî Ewropiyan, Tirkan an jî Rûsan bifikirin. Ev civakek bi rastiya xwe ya hundirîn e. Mesela di nava me de burjuvazî tune ye, gelê Kurd proleter e. Ji ber vê yekê bindestiya me ne çînî ye, neteweyî ye. Di wêjeya me de li ser karker û kedkaran kêm nivîs hene. Berhem bi piranî mijarên siyasî û pevçûnên hundirîn, yanî bûyerên eşîrî digirin dest. Em dikarin encamên vê yekê di dengbêjan de bibînin. Dema em li wêjeya Kurdî dinêrin, divê em rastiya wê tu carî ji bîr nekin. Yanî nivîsandin ji bo nivîskar û helbestvanên Kurd ne qada rehetiyê ye. Ew qadek tijî jan û zehmetî ye.














