Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş bertek nîşanî cezayê ku hatiye birîn da wiha got: “Ev, êrişeke li dijî vîna gelê kurd e. Vê dadgehê, careke din piştrast kir ku dijminatiyê li kurdan dike.”
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de dihat darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Sofya Alagaş birîn. Girseya ku ji nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî pêk hat, li pêşiya Edliyeya Amedê ceza şermezar kirin.
Vîna kurdan nas nakin
Sofya Alagaş diyar kir ku doz ji destpêkê ve ne hiqûqî ye û wiha got: “Doz dozeke ku rojnamegerên kurd û vîna wan nas nake. Vê dadgehê careke din dijminatiya dewletê ya li hemberî kurdan nîşan da. Dadgehê lez da dozê û biryara xwe da. Hûn ê rojnamegerê kurd nas nekin, guh nedin wan, lê hûn ê bibêjin ‘Em ê bi hev re li vî welatî bijîn.’ Ev wê çawa bibe? Em dereweke mezin e. Ger hûn ê vîna gel paşguh bikin, bijartinê nekin. Her kesê ku dengê xwe da me îro hat cezakirin. Em hene, em ê hebin. Çawa ku we hebûna me qebûl kir, hûn ê vîna me jî nas bikin. Em li vir in!”
Biryar siyasî ye
Piştre Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Sabahat Erdogan Saritaş bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Ev biryar biryara ji jor ve ye, lewma biryareke siyasî ye. Di wan dosyayan de rastiyên vî welatî dihatin gotin. Ev biryar ne tenê ji bo hevserokatiya me, ji bo hemû Kurdan hatiye dayîn. Yên dibêjin werin bibin xuh û bira, bila van biryaran bînin bîra xwe û li ser bifikirin. Em wek gelê Kurd çawa dikarin ji we bawer bikin? Ew kurdên ku nayên naskirin bi dosyayên plastîk û biryarên ji jor ve tên naskirin. Evqanûna dijminatiyê ye. Di vê biryarê de me careke din dît ku saziyên vê dewletê ji aliyê dewletê ve hatine valakirin û rizandin. Em vê biryarê nas nakin. Em kesên ku gelê Kurd nas nakin em jî wan nas nakin. Yên ku darbeya siyasî kirin tu carî nekarîn vî gelî bixin nava tevgerê. Em vê biryara neqanûnî nas nakin. Ji ber ku hevşaredara me Hevşaredara Sêrtê ye ev biryar hat dayîn. Ger qanûn hebûya ev biryar nedihate dayîn. Eger hevşaredara me li dijî hemû bêhiqûqiyê nebûya hevşaredar ev biryar nedihat dayîn..”
Parêzer Veysel Ok jî anî ziman ku ger Sofiya nebûya Hevşareda ev doz bi vî rengî bi dawî nedibû. Veysel Ok ev biryar weke êrîşa li dijî rojnamegeriyê nirxand û diyar kir ku ev biryar ne hiqûqî ye.