Biraziyê siyasetmedar Ahmet Turk, Huseyîn Rêber Turk li Mêrsînê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Biraziyê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Huseyîn Rêber Turk (29) duh li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li Çarxerêya Kopruluyê ya Serbest Bolge ya Taxa Karaduvarê bi êrişa çekdarî re rû bi rû ma. Hat zanîn ku êriş ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve pêk hatiye. Di êrişê de Rêber Turk jiyana xwe ji dest da. Tedawiya kesê din ku di êrişê de birîndar bûye jî berdewam dike.
Hat diyarkirin ku cenazeyê Huseyîn Rêber Turk dê li Mêrdînê bê veşartin.