Heyetek ji Meclîsa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re civiya.
Heyeteke ji Meclîsa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana partiyên siyasî didomîne. Di çerçoveya serdanan de Heyeta Dayikên Aştiyê ku ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê bi tevî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya re li Navenda Giştî ya CHPê bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin pêk anîn. Cîgira Serokê Giştî ya CHPê ji Polîtikayên Hiqûqê berpirsyarê Gokçe Gokçen û ji Lîneya Koordînasyonê ya CHPê Emîne Uçak jî di hevdîtinê de amade bûn. Dayikên Aştiyê weke di serdanên partiyên din de jî Laçika Spî diyarî CHPê kir.
Dayikên Aştiyê dê piştî CHPê di seat 14:00an de serdana Partiya Gelecekê bikin û di seat 15:30an de jî li Meclîsê serdana Koma AKPê bikin. Heyeta Dayikên Aştiyê dê piştî serdanên partiyên siyasî li ber Wezareta Dadê daxuyaniyek bide û ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li wezaretê bide.













