Amed – 2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê di roja sêyemîn de berdewam dike. Nivîskar Mem Bawer û akademîsyen Cemîl Guneş ên tev li rojên pirtûkan bûn destnîşan kirin ku di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de barê herî giran li ser milê dê û bavan e û anîn ziman ku xwedîderketina li ziman, mîrateya herî mezin a ji bo nifşên nû ye.
Bi hevkariya Şaredariya Erxeniyê, Egîtîm-Sen, YEWKURD (Yekitiya Weşangerên Kurd), DTSO, GABB, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û şaredariyên navçeyan, 2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê bi dirûşma “Dinya Bi Peyvan Tê Ba Hev” di 7ê Gulanê de li Park Ormanê ya Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Erxeniyê dest pê kir. Rojên pirtûkan bi armanca parastina çand, zimanê dayikê û têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê tê lidarxistin. Wêjekar û lêkolînerê wêjeya zarokan Mem Bawer û akademîsyen Cemîl Guneş derbarê asîmîlasyon, perwerdeya pirzimanî û berpirsiyariya malbatan de axivîn.
‘Divê em xwe nedin ber hincetên asîmîlasyonê’
Nivîskar Mem Bawer ê ku 25 sal in di nava xebatên wêjeya Kurmancî de cih digire û bi dehan pirtûkên zarokan nivîsandine, diyar kir ku pêngava destpêkê ya hişmendiya ziman, malbat bi xwe ye. Mem Bawer da zanîn ku dema malbat bi hişmendiya Kurdewarî tevbigerin, zarokên xwe jî bi awayekî rast beralî dikin û got: “Malbatên wisa hene ku her çend bi xwe bi Kurmancî diaxivin jî, bi zimanê Tirkî ji zarokên xwe re dibêjin, ‘Ma ez ji te re pirtûkan bikirim?’ Dema ev daxwaz bi Tirkî bê îfadekirin, ji hêla dêrûnî ve zarok wê yekê napejirîne. Her wiha, bi taybetî piştî serdema pandemiyê, jiyana dîjîtal û pêşketina hişê çêkirî li seranserê cîhanê bi lez belav bû. Vê rewşê bandoreke mezin li ser zarokan çêkir. Pirtûk materyaleke zindî ye; lê belê, niha zarok zêdetir berê xwe didin platformên hişê çêkirî, pirtûkên dengdar an jî naverokên dîjîtal, ji ber ku ev tişt zêdetir bala wan dikişînin.”
Bang li malbatan hate kirin
Mem Bawer bal kişand ser xetereya jiyana dîjîtal û hişê çêkirî ya li ser zarokan jî û destnîşan kir ku divê di navbera temenê sifir û sê saliyê de zarok bi çand û folklora Kurdî bên mezinkirin. Mem Bawer wiha domand: “Li hemberî nêzîkatiyên wekî ‘zimanê min têra min nake’ yan jî ‘zimanê min ne estetîk e.’ Ev nêzîkatî hem xapandineke navxweyî ye hem jî rasterast encama hişmendiya dagirkeriyê ye. Sîstema asîmîlasyonê me wisa perwerde dike ku hûn ji zimanê xwe şerm bikin. Lê ev yek dereweke mezin e. Zimanê me di platformên teknolojîk de cih digire û potansiyela wê gelekî mezin e. Banga min ji malbatan ew e; xwe nedin ber hincetên asîmîlasyonê, da ku sibe zarokên we ji we nepirsin ‘Çima we zimanê min ê zikmakî fêrî min nekir?’”
‘Ziman ji bo malbatan emanet ek e’
Akademîsyen Cemîl Guneş ê ku li ser zarokên duzimanî yên Kurdan û perwerdeya pirzimanî xebatan dimeşîne anî ziman ku ji bo jiyaneke watedartir, divê mirov jiyana xwe bi vî zimanê ku pê hatiye avakirin, bijî. Cemîl Guneş, ziman wekî mîraseke dîrokî pênase kir û wiha axivî: “Ziman ji bo malbatan weke emanetekê ye. Çawa ku mezinên wan erdek, mal û milk yan adetan emanetî wan dikin, yek ji mîrasên herî bi qîmet jî ziman e. Divê malbat pêşî vî emanetî baş zanibin û zanibin wê çawa neqlî zarokên xwe bikin. Divê bi qîmeta zimanê xwe zanibin. Ji ber ku zimanê me ne tenê zimanek e; li ser rûyê dinyayê bi hezaran ziman hene, zimanê me jî yek ji wan zimanan e. Lê ku heqê hemû zimanan hebe ku neqlî zarokan bibin bi tevî xweşiyên xwe, bi tevî her tiştê xwe, çima zimanê me jî neqlî zarokên me nebe û ew jî jiyana xwe bi zimanê xwe ava nekin?”
‘Ziman bibe zimanê hezkirinê’
Di berdewamiya axaftina xwe de Cemîl Guneş destnîşan kir ku her çiqas ziman bi perwerde, siyaset û bazarê bê parastin jî, berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê malbatan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet yan jî sazî her çiqas derfetên baş ji bo zimanê dayikê ava bikin jî, dema malbat li malê ziman neparêzin, ziman bi tenê bi perwerdeyê nayê parastin. Divê ew ziman bibe zimanê hezkirinê di dilê zarokekî de, da ku ew karibe mezin bibe, jiyana xwe bi vî zimanî ava bike.”














