Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDa Amedê di çalakiya xwe ya hefteya 900emîn de destnîşan kirin ku heta ku aqûbeta xizmên wan ên hatine kuştin û windakirin neyê diyarkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. Beşdaran jî destnîşan kirin ku pêwîst e rayedar bersivê bidin têkoşîna mafdar a malbatan û divê dewlet bi cînayetên kiryarên nediyar re hevrû bibe û lêborînê bixwaze.”
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 900emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, parlamenterên DEM Partî û CHPê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Can Ayşîn yê ku 7ê Gulana 1994an de li Gundê Sîsê yê navçeya Licê ya Amedê hate binçavkirin û di binçavan de hate windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Mehmet Can Ayşîn hatin hilgirtin.
‘Em ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin’
Di çalakiyê de ewilî Hevserokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî diyar kir ku yên ku jiyana xwe ji dest dane, dema daxwaza edaletê kirin hatin windakirin û got: “Heta ku aqûbeta her kuştiyê kiryarên wan nediyar eşkere nebe, em ê dest ji têkoşîna edaletê bernadin. Divê dewlet êdî îradeya dîtina cînayetên kiryarên wan nediyar nîşan bide.”
‘Divê dewlet lêborînê bixwaze’
Paşê Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren da zanîn ku cînayetên kiryarên nediyar û valakirina gundên gelê Kurd bi salan e berdewam dikin û wiha got: “Li dijî vê yekê, dayik 900 hefte ne li qadan pirsa ‘zarokên me li ku ne? dikin.’ Ew dayikên ku di vê lêgerînê de ne, dixwazin heqîqet derkeve holê û paşerojeke demokratîk ava bibe. Heke em bixwazin pêşerojeke nû ava bikin, divê ew bi cînayetên kiryarên nediyar re hevrû bibin û lêborînê bixwazin.”
‘Heta ku aştiyeke rasteqîn ava nekin em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Piştre Parlementerê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî dest nîşan kir ku ji bo aqûbeta kiryarên nediyar gelek soz hatin dayîn û wiha axivî: “Çiqasî soz hat dayîn jî lê mixabin edalet hîn pêknehatiye. Bila soza me be ku em ê soza xwe bi cih bînin. Ji bo pêkanîna edaletê, çi ji destê me bê em ê bikin. Heta ku em bi hev re aştiyeke rasteqîn ava nekin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
‘Divê bi wêrekî deng bidin vê lêgerîna edaletê û hevrûbûn pêk were’
Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç jî bal kişand berxwedana malbatan û ÎHDê û wiha got: “Ji salên nodî û vir ve, wekî encama polîtîkayên ku li Kurdistanê hatin meşandin, têkoşîna dayikên me têkoşîneke bêhempa ye. Li Amedê zêdetirî 60 dosyayên windayan hatin vekirin. Em ji dozgeriyê re radigihînin ku em ji bo diyalogê amade ne. Em ê hevdîtinên xwe bidomînin. Heke di vê welatî de ji bo avakirina aştiyê hewldanek hebe, divê bi wêrekî deng bidin vê lêgerîna edaletê û hevrûbûn pêk were.”
‘Divê rayedar bersivê bidin vê têkoşîna mafdar’
HevşaradaraBajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak bi lêv kir ku pêwîst e rayedar bersivê bidin vê têkoşîna mafdar a malbatan û got: “Em ê bi hemû dînamîkên vê bajarî bi hev re têbikoşin û vê tarîtiyê ronî bikin.”
‘Em yekîtiya xwe pêk bînin neyarên vî gelî dê bên darizandin’
Herî dawî dayika Mehmet Can Ayşîn, Aynûr Ayşîn jî diyar kir ku heya aştî were vî welatî tekoşîna wan dê berdewam bike û wiha got: “Em ne tenê ne, em bi hezaran e. Heya ku em sax bin em ê têbikoşin. Heke em yekitiya xwe pêk bînin neyarên vî gelî dê bên darizandin.”
Serpêhatiya windakirina Mehmet Can Ayşîn hate xwendin
Pişt re Hevseroka Şaxa ÎHDa Amedê Sûzan Mehmetoglû çîroka Mehmet Can Ayşîn xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.































