Xelkê Hesekê li dijî rakirina nivîsên Kurdî ji tabeleya Avahiya Dadgehê xwepêşandan li dar xist û xwest rêz ji taybetmendiyên gelên herêmê re were girtin.
Şêniyên bajarê Hesekê li dijî rakirina nivîsa Kurdî ji tabeleya Avahiya Dadgehê, xwepêşandanek li pêşiya avahiyê li dar xist.
Endamên hikûmeta demkî 7ê Gulanê tabelaya bi nivîsa Kurdî û Erebî ya Avahiya Dadgehê ya Hesekê rakiribû û li şûna wê tabelayeke bi zimanê Erebî û Îngilîzî danîbû. Şêniyên bajar li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da.
Piştre tabelayek ku bi zimanê Erebî tenê hişt. Gel li dijî vê yekê li Qada Aştiyê ya li hemberî Avahiya Dadgehê xwepêşandan li dar xist. Xelk dixwaze nivîsa Kurdî di tabelayê de were nîvisandin û rêz ji taybetmendiyên çandî û zimanî yên pêkhateyên herêmê re were girtin.














