Êlih – Endama Sekreteriya Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmaz û kurê Mûstafa Mesût Tekîk, Çekdar Mesût Tekîk anîn ziman ku heta ji destê wan bê ew ê li ser rêya Mûstafa Mesût Tekîk û rêhevalên wî yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bimeşin.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ku beriya salekê li Stenbolê û ji ber qirîza dil li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Mûstafa Mesût Tekîk bi salan di nava karê û xebatên Sendîkaya Petrol Îşê ya Êlihê de serokatî kir û bi vê yekê re di nava siyaseta Kurd de jî gelek caran cih girt. Endama Sekreteriya Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmaz ku bi hev re hevserokatî kiribûn û kurê Mûstafa Mesût Tekîk, Çekdar Mesût Tekîk di salvegerqa mirina Mûstafa Mesût Tekîk de derbarê kar û xebatên wî de axivîn.
Endama Sekreteriya Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmaz di destpêka axaftina xwe de siyasetdarê Kurd Mustafa Mesût Tekîkê ku beriya salekî qirîza dil derbas kiribû bi rêzdarî bibîr anî û got: “Hem di xebatên xwe yên rêxistinî de û hem jî di kesayeta xwe de mirovekî gelek mutevazî bû. Hem di têkliyên xwe yên mirovî de û hem jî di têkiliyên xwe yên xebatê de hevaltiyeke wî ya gelek xweş hebû. Her tim tişta ku zanibû bi hevalên xwe re parve dikir. Weke salekî û nîv em bi hev re xebitîn. Ew jî şansek bû ku em bi hev re bûn Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê. Ji xwe beriya wî jî min û hevalê Mustafa hev nas dikir û wê demê jî têkilî û danûstendinên me bi hev re çêdibûn. Em di sala 2024an de weke hevserok hatin hilbijartin û ew rihê rêxistinî bi me herduyan re jî hebû. Ji ber ku me vê rêxistinê baş nas dikir me bi hev re karekî xweş dida meşandin. Mirovekî ji jiyanê, hevalên xwe, ji rêxistina xwe û ji xwe hez dikir. Ez ji hevalê Mustafa gelek tişt jî fêr bûm. Dema ku nivîsekî jî bixwendina dihat wî jî bi me re parve dikir û digot hûn jî bixwînin. Dixwest her heval di aliyê zanistê de xwe li pêş bixe. Ne heval Mustafa bi tenê gelek ferdên malbata wî jî di nava xebatan de cih digirtin.”
‘Em dibêjin bila di gora xwe de rehet razê’
Songul Korkmaz diyar kir ku dema Mustafa Mesût Tekîn qirîza dil derbas kiriye ew gelek xemgîn bûye û anî ziman ew ê ji niha pê weke du kesan bixetibe û wiha axivî: “Beriya ku em agahiya mirina wî bibihîzin çend roj beriya wî çûbû Stenbolê. Piştre telefon ji min re hate gotin; ‘hevalê Mustafa qirîza dil derbas kiriye.’ Ez sekinîm, êdî ketim nava lêgerînê û min xwe gihand hevalên nexweşxaneyê û hevalan agahî dan û gotin; ‘hevalê Mustafa jiyana xwe ji dest daye.’ Ez wisa sekinîm û cemidîm û min nizanibûm ku êdî ez çi bibêjim. Lê bi rastî jî rewşeke gelek giran e. Min zanibû ku xewn û xeyalên wî çi ne û dixwest çi bike. Piştî wî êdî min hemû bar da ser milê xwe. Min li ser gora wî jî ji xwe re got, ji niha pê ve divê ez weke du kesan bixebitim. Her tim di axaftinên xwe de û di parvekirinên xwe yên medya dîjîtal de digot; ‘Wê roj bê.’ Û bi hatina vê rojê heval Mustafa pir bi bawer bû. Em dibêjin bila heval Mustafa di gora xwe de rihet razê. Em jî weke rêhevalên wî ji bo ku ew rojên xweş bên û ji bo ku ew xewn û xeyalên hemû hevalên me pêk bên û ji bo serkeftinê û demokrasiya vî welatî em ê jî li ber xwe bidin. Em careke din hevalê Mustafa bi rêzdarî bi bîr tînim.”
‘Em ne tenê xemgîn dibin, em pê serbilind in jî’
Kurê Mûstafa Mesût Tekîk, Çekdar Mesût Tekîk got ku ew ê li ser şopa bavê xwe û xizma xwe Gulîstan Tara ya ku di encama êrişeke Tirkiyeyê a ku li Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dabû bin û wiha axivî: “Mirinekî bi lez bû û 8 meh beriya ku bavê min qirîza dil derbas bike. Me şehadeta meta min Gulistan Tara bihîst. Ew jî xwişka bavê min bû û li Silêmaniyê şehîd ket. Gelek kesan bi me re vê êş jiyan. Gelê me di van her du şînan de me bi tenê nehiştin, em spasiyên xwe ji wan re dikin. Bavê min di qada Sendîkaya Petrol Îşê û di qada siyasî de gelek xebitî bû. Di aliyê siyasetê de jî gelek caran li pêş bû. Nêzîkî 40 sal in gelek ferdên malbatê di nava têkoşînê de ne. Her wiha mafê mirovan ji bo wî ne bi tenê erkek bû, ji bo xwe weke pirsgireke wijdanî didît. Dixwest ku ji herkesî re bibe alîkar. Miletê jî wî wisa nas dikir û hê jî nêzîkatiyê wî tên gotin. Kesên ku wî nas dikin her tim qala têkoşîna wî dikin û bi bîr tînin. Di aliyê alîkariyê de destê xwe dida herkesî û çi ji destê wî dihat dikir. Bavê min bi temenê xwe 54 salî bû û mirovekî fedakar bû. Em ne tenê xemgîn dibin, em pê serbilind in jî. Li pişt xwe ne bi tenê bîranînek hişt, mîrasekî bi rûmet, têkoşîn û mirovahiyê hişt. Em ê jî heta dawiyê li ser riya ku wî nîşanî me daye bimeşin. Mirineke bi rûmet jî vegotina herî rast a jiyanê ye. Em ê jî li ser riya bavê min, meta min û hemû kesên ku di vê têkoşînê de cenê xwe dane bin.”













