• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagehejê encamê

    Tuncer Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagehejê encamê

    Li Swîsreyê ‘Akademiya Kurd’ hat damezrandin

    Li Swîsreyê ‘Akademiya Kurd’ hat damezrandin

    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagehejê encamê

    Tuncer Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagehejê encamê

    Li Swîsreyê ‘Akademiya Kurd’ hat damezrandin

    Li Swîsreyê ‘Akademiya Kurd’ hat damezrandin

    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

Navenda Nûçeyan / AW

15 GULAN 2026 - 11:15
Kategorî: ÇAND, ROJANE
A A
DBP, DEM Partî, TJA û Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyên nivîskî pîroz kirin û wiha gotin: “Ev roj ne tenê roja zimanekî ye, di heman demê de roja berxwedan û xwedîderketina li nasnameyê ye.”

Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat çapkirin. Di sala 2006an de 15ê Gulanê weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd ji wir û şûn ve her sal 15ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” pîroz dike.

Bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Partiya Herêmên Demokratîk, (DBP), DEM Partî û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyên nivîskî parve kirin peyamên xwedîderketina ziman dan.

DBP: Roja xwedîderketina nasnameyê

DBPê bi bîr xist ku di 15ê Gulana 1932yan de bi weşandina Kovara Hawarê ya ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve, bingeha nûjen a ziman û wêjeya Kurdî hatiye avêtin. DBPê destnîşan kir ku Hawar di şert û mercên dijwar de ji bo zimanê Kurdî bûye deng û hêviya zindîbûnê, loma ev roj ne tenê roja zimanekî ye, di heman demê de roja berxwedan û xwedîderketina li nasnameyekê ye.

Malên xwe bikin dibistan

DBPê diyar kir ku tevî hemû polîtîkayên înkar û bişaftinê jî, gelê Kurd zimanê xwe bi berxwedan û bedelên giran gihandiye roja îroyîn. DBPê anî ziman ku her hevoka bi Kurdî israra ji bo azadî û wekheviyê ye û wiha domand: “Divê em hemû qadên jiyanê bi zimanê xwe bixemilînin. Malên xwe ji xwe re bikin dibistan, zimanê xwe bigihînin nifşên nû, xwedî li çand û hunera bi zimanê xwe yê dayikê derkevin.”

‘Kurdî ji bo gelê Kurd xeta sor e’

DBPê bal kişand ser polîtîkayên yekperest û bişaftinê yên ku hîn jî didomin û ev tişt got: “Her çend em îro di qonaxeke dîrokî re derbas bibin jî, em hîn li hemberî pergala yekperest hawara xwe ya ji bo zimanê xwe didomînin. Yek ji zaraveyên me Kirmanckî/Zazakî niha bi din xeteraya windabûnê de ye. Ev rewş encama rasterast a polîtîkayên înkar û bişaftinê ye ku bi salan li ser zimanê Kurdî tê meşandin. Parastina Kirmanckî/Zazakî, di heman demê de parastina pirrengî, çand û bîranîna gelê Kurd e. Divê baş were zanîn ku zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd xeta sor e û daxwaza me eşkere ye. Em ji bo zimanê xwe ‘statu’ û perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Bi vê mebestê, cejna zimanê me li hemû ax û welatê me, li gelê me pîroz be. Em ê tim bi Kurdî bixwînin, binivîsin, biaxivin û bijîn!”

DEM Partî: bikaranîn û pêşxistin girîng e

DEM Partî di daxuyaniya xwe de 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha got: “Pêvajoya ku di sala 1932an de li Şamê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest pê kir, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîn û pêşxistina zimanê Kurdî yê ku gelê Kurd bi salan jê bêpar hatibû hiştin, nîşana serdemeke girîng e. Ziman; bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in. Zimanê dayikê, nîşana herî xurt a nasnameya gelan e. Ji ber vê yekê, azadiya ziman ne tenê mafekî çandî ye, di heman demê de bingeha jiyaneke wekhev, demokratîk û mafê beşdariya siyasî ye.”

Di berdewamê de DEM Partiyê da zanîn ku Kurdî yek ji zimanên herî kevnar ên Mezopotamyayê ye û wiha ev tişt gotin: “Lê ji ber polîtîkayên yekperest û cudaxwaz ên netew-dewletan bi salan di bin zextê de maye û bi milyonan mirov ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatine hiştin. Nenasîna mafê zimanê dayikê, îro jî wekî yek ji sedemên herî girîng ên pevçûnên civakî berdewam dike. Aştiya civakî tenê bi xurtkirina nirxên demokratîk û lihevkirina civakî pêkan e.

DEM Partî bal kişand ser têkoşîna hevpar a mafê perwerdehiyê û got: “Naskirina mafê perwerdeyê yê ku gelê Kurd li Sûriye/Rojava bi têkoşînê bi dest xistiye û pêşdebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne. Misogernekirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo jiyana hevpar a hemû gelên Rojhilata Navîn jî rîskeke mezin dihewîne. Banga jiyana hevpar a ku Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de kiribû, ji bo ku gel li ser zemîneke wekhev û demokratîk di xaleke hevpar de bicivin, perspektîfeke dîrokî pêşkêş kiriye.”

Di berfirehiya daxuyaniya xwe de DEM Partî bal kişand rêbazên parastina ziman û derbarê mijarê de wiha got: “TBMM wekî pêdiviya lihevkirina civakî, divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafekî jêneger e, bixe bin ewlehiyê. Divê bikaranîna Kurdî di qada giştî û saziyên fermî de bê dabînkirin. Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî daxwaza me ya herî rewa û mafê gelê Kurd ê xwezayî ye. Gelekî ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derdikeve, di heman demê de nasname, bîr û siberoja xwe jî diparêze.

Di vê roja watedar de, em bang li hemû jin, ciwan, kedkar û ronakbîran ên ku ji bo ziman, çand û nasnameya me têdikoşin dikin ku em bi hev re bibin hêza avaker a civaka demokratîk, berpirsiyariyê bigirin ser xwe, li dora “zimanê dayikê” ku nirxekî hevpar ê civaka demokratîk e bicivin, civakîbûnê bihûnin û civaka demokratîk bi hev re ava bikin. Bi diruşma; ‘Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî’ em Cejna Zimanê Kurdî li Celadet Alî Bedirxan û hemû xîretkêş û xebatkarên zimanê Kurdî û gelê Kurd pîroz dikin.

TJA: Cejn bingehê ji rûpelên Hawarê digire

TJA 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: “Ev cejn bêguman bingeha xwe ji rûpelên kovara HAWARê digre û her yek ji wan rûpelên ku ji Şamê derkeve dike ku bingeh û stûna zimanê kurdî qayimtir bibe. Di roja Cejna zimanê kurdî de em dkarin bêjin ku yek hem di çanda berxwedanê de hem jî çanda kurdewar de rola jinên kurd ên berxwedêr berbiçav e. Tê zanîn ku weke hemû çandên li ser rûyê cîhanê di çanda kurdan de jî têkiliya jin û ziman, ne tenê têkiliyeke ji rêzê ye; ew bingeha hebûn û manê ye. Zimanê Kurdî sedsalan bi saya ked û dengê jinan li ser piyan maye.

TJA di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser rola jinê ya di parastina ziman de û got: “Di dem û serdemên ku gelê Kurd rastî tunnehesibandin û înkarkirinê hatî de jin di civakê de dibûn “dibistana yekem”. Ev dibistana ku di dîroka çanda gel de wek çîrokan derkeve pêş de. Piştre bi têkoşîna Tevgera Azadiyê re dibe rola herî sereke û di berxwedanê de li pêş cih digre. Gelê kurd bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya 50 salên dawî de ji bo çand, huner, xwebûn, nasname, ziman û hebûna gelê kurd berxwedaneke bê eman dan. Bingeha ku bi Hawarê, ziman hatî latînezikirin, di 50 salên dawîn de rengê xwe diguherîne berxwedaneke bêeman ya hebûn û tunebûnê.”

Di berfirehiya daxuyaniya xwe de TJA da zanîn ku ziman, berhema bi hezaran salan, çîrok, melodî û nêrîna cîhanê ya civakekê hildigire û digihîne pêşerojê û got: “Zimanê Kurdî, tevî hemû zehmetî û astengiyên ku di dîrokê de rastî wan hatiye, bi edebiyata xwe ya dewlemend û kevneşopiya xwe ya devkî îro jî zindîbûna xwe diparêze. Dewlemendiyên zimên, mîrasa hevpar ên mirovahiyê ne. Parastin, pêşxistina ziman ya di qada giştî de bi heman awayî yek temînata aştiya civakî û pirrengiya çandî bixwe ye jî.”

‘Rêwîtiya TJAyê didome’

Di dawiya daxuaniyê de TJA anî ziman ku li li Rojhilata Navîn bi destê ferasetên desthilatdaran dehan çand, ziman û nasnameyên curbicurî bi asîmîlasyonê heliyanû wiha derbirî: “Zimanê kurdî bi têkoşîneke bê hempa li dijî vê ferasetê li ber xwe da û hê jî li ber xwe dide. Em jî wek Tevgera Jinên Azad ku di vê têkoşînê de carinan wek Mestûre Erdelanî, carinan wek Leyla Qasim, carinan wek Zîlan, Bêrîtan, Sema û Sakîneyan her û her me li ber xwe da û hê jî ev rêwitiya me ya berxwedanê didome. Li dijî asîmîlasyon, tunnekirin û qirkirina polîtîkayên ziman em ê her li ber xwe bidin û tenê kêliyekê jî nefikirin. Ziman hebûn û nasnameya me ye.
Bila Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz be.”

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bal kişand ser girîngiya rojê û got: “Çirûska ku di 15a Gulana 1932yan de hatiye pêxistin, di warê pêşxistin û parastina Kurdî de xaleke werçerxê ye. Lewra Hawar tenê kovareke wêjeyî ye, di heman demê de li dijî êrîşên li ser gelê Kurd û înkara hebûna neteweyî; xwe zanîn e û xwe nasîn e. Zimanê Kurdî (Kurmancî, Kirmançkî), di nava sedsala dawîn de rastî zext û zordariyeke giran hat, pir caran bi êrîş û qedexeyên tund re rû bi rû ma. Lewra ji ber polîtîkayên yekperest hebûna neteweyî ya Kurd, zimanê dayikê û xaka gelê Kurdan ku navê wê Kurdistan e hat înkarkirin. Lê gelê Kurd tu car pê razî nebû ku bêyî nasname, ziman û axê di nava bêrûmetiyê de bijîn. Ji ber vê ye ku pakrewanên têkoşîna azadiyê di heman demê de wekî pakrewanên zimanê Kurdî jî di dilê gele xwe de cihê xwe girtine.”

‘Kurdî û zaravayên wek pusuleyê ne’

Îniyatîfê destnîşan kir ku zimanê Kurdî û zaravayên wê weke pisûleya yekitiyê kar dikin û ev tişt anîn ziman: “Gelê Kurd li çar parçeyê Kurdistanê dizanê ku ziman tenê ne amûra ragihandinê ye. Herwiha ziman, bîra kolektîf a gelan e û stûna hebûnê ya neteweyî ye. Eger Kurdî wenda bibe , heta ku qels bikeve; dê têkiliya rabirdû û îro qut bibe, tu nirxên ku di nava hezar salan de hatine avakirin, ji bo nifşên nû dê neyên veguhestin. Di heman demê de zimanê Kurdî; çi Kurmancî, çi Soranî, çi Kirmançkî û çi Goranî wekî pisûleya yekîtî, azadî û piştevaniyê jî kar dike. Lewra her netewe ancax bi axaftin û parastina zimanê xwe dikarin mohra hebûn û yekîtiyê li dîrokê bixin. Gelê Kurd heta îro dev ji zimanê xwe berneda, dê heta hetayê jî li zimanê xwe xwedî derkeve. Ji ber vê, divê dewlet bi taybetî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de guh bide daxwazên zimanê Kurdî û bi polîtîkayên pişaftinê re jî hevrûbûn pêk were. Em dizanin ku heta hevrûbûn pêk neyê, dewlet dê berpirsiyariya xwe ya li hemberî zimên jî qebûl neke. Lê daxwazên gelê Kurd ku ew jî statuya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî ye, wekî rojê berbiçav in. Di vê çarçoveyê de divê demildest astengiyên qanûnî yên li hemberî Kurdî werin rakirin, divê Kurdî di makezagonê de were parastin, divê Kurdî bibe zimanê aborî û perwerdehiyê.”

‘Ala zimanê Kurdî li her qadê jiyanê bilind bikin’

Di dawiyê de Însiyatîfê bang li gel kir ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û got: “Herwiha banga me li gelê me ye ku li zimanê xwe xwedî derkevin. Lewra banga Ehmedê Xanî û şîretên Celadet Alî Bedirxan di guhê her kesê Kurdperwer de hê jî deng didin. Her netewe li hemberî zimanê xwe xwediyê berpirsiyariyeke dîrokî ye. Ligel têkoşîna statû û perwerdehiya bi Kurdî, divê her kes bi zimanê xwe yê neteweyî biaxive, bifikire û binivîse. Lewra zimanê Kurdî li ser her Kurdekî welatperwer ferz e. Nayê paştguhxistin, nayê taloqkirin, nayê jibîrkirin!
Em îsal 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi hevî û moreleke mezin pêşwazî dikin. Bi hişmendiya civaka demokratîk, divê ciwan û jin, karker û ronakbîr, gel û hemû xemxurên zimên ala Kurdî li her qada jiyanê bilind bikin. Em jî di serî de hemû pakrewanên zimanê Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”

Etîket: 15 GulanCejna Zimanê KurdîCeladet Elî BedirxandaxuyanîKovara Hawarê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tuncer Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagehejê encamê

Tuncer Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagehejê encamê

15 GULAN 2026
Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

15 GULAN 2026
Li Stenbolê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

Li Stenbolê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

14 GULAN 2026
Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

14 GULAN 2026
15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

14 GULAN 2026
‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

14 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (383)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne