• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

Mahmût Altintaş / AW

16 GULAN 2026 - 08:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Bi ser Peymana Sykes-Picot ku di navbera Fransa û Îngilistanê de bi veşartî hatibû îmzekirin 110 sal derbas bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê peymanê weke bingeha parçebûna Kurdistanê dinirxînê û dibêje; “Têkçûna Sûriyeyê têkçûna vê peymanê ye. Statukoya berê ya Rojhilata Navîn ji holê rabû.”

Ji ser peymana Sykes-Picotê ku ya di navbera Fransa û Îngilizîstanê de bi veşartî hatibû îmzekirin 110 sal derbas bû. Peymana Sykes-Picot ji bo parvekirina welatên li Rojhilata Navîn di navbera dîplomatê Îngiliz Sir Mark Seykes û dîplomatê Fransî François Georges-Picot de, di 16ê Gulana 1916an de hat îmzekirin. Wezîrê Karên dervê yê Îngîlizîstanê Edward Grey û Balyozê Londonê yê Fransayê Paul Cambon jî peyman erê kirin. Wezîrê Karê Dervê yê Rusyayê Sergey Sazonov jî peyman qebûl kir. Peymana Fransa û Îngilizîstanê îmze kirine ji aliyê Rusyayê ve jî hat qebûlkirin. Piştî Şoreşa Cotmehê, Komara Sosyalîst a Sovyetan ji peymanê vekişiya û naveroka wê ji cihanê re eşkere kir.

Li gor peymanê welatên li Rojhilata Navîn weke Rojavayê Kurdistanê, Suriye, Lubnan û parçeyekî Bakurê Kurdistanê di bin metîngeriya Fransayê de cih bigirin. Başurê Kurdistanê, Iraq, lîmanên Hayfa, Akka, Baxda û Basrayê jî di bin metîngeriya Îngîlizîstanê de cih bigirin. Li ser vê esasê Fransa û Îngilizîstanê li hev kiribûn. Ermenistan û bajarên Bakurê Kurdistanê Wan û Erzirom jî dabûn Rûsan.

Bandora li ser Rojhilata Navîn

Peymana Sykes-Picot her çiqas li ser erdê nehatibû sepandin û ji aliyê hiqûqî ve nehatibe esas girtin jî bingeha sînorên li Rojhilata Navîn diyar kir. Piştî peymanê her çiqas peymanên weke Sewr û Lozanê gelek guherîn pêkhatibin jî sînorên li Rojhilata Navîn li gor vê peymanê teşe girtin. Peymana Sykes-Picot û peymanên piştî wê dizayna dewletên hegemon ya li ser Rojhilata Navîn bûn. Bi peymanan şer û aloziyên mezin li Rojhilata Navîn ava kirin û hê jî di aloziyên Rojhilata Navîn de bandora xwe a neyînî heye. Bi vê peymanê Kurdistan hat parçekirin û netew dewlet hatin avakirin, bingeha şer û pevçûnên sed salan hate lêkirin.

Bandora li ser Kurdistanê: Serhildan û berxwedan

Piştî Kurdistan bi peymanê si nava Iraq, Suriye, Tirkiye û Îranê de hat parvekirin gelê Kurd ji bo parastina ax, ziman û nasnameya li her çar parçeyên Kurdistanê serî hilda. Li Rojhilatê Kurdistanê, Başur û Bakurê Kurdistanê serhildanên mezin pêşketin. Wan serhildanan her çiqas bi xwe re pêşketin anîbin jî encamên şênber nehatin destxistin. Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî metîngeriya li ser Kurdistanê şerê çekdarî hat destpêkirin. Serhildana PKKê bi xwe re pêşketinên mezin anî. Şerê çekdarî yê PKKê bandor li ser dînamîkên li Rojhilata Navîn kir û di encamê de raperîna bi pêşengiya Mele Mistefa Barzanî ya li Başurê Kurdistanê hatibû destpêkirin jî bû xwedî statu. Her wiha piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê jî şoreş pêk hat û destkêftiyên mezin bi xwe re anî. Li Bakurê Kurdistanê jî dewlet neçar ma ku nasnameya Kurd a dihate tunehesibandin qebûl bike. Piştî van pêşketinan bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKKê xwe fesix kir û şerê çekdarî bi dawî kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku şerê çekdarî gihîşt armanca xwe, nasnamê û hebûna gelê Kurd da qebûl kirin û êdî dora azadiye ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiyê jî rêbaza siyaseta demokratik, xurtkirina rêxistinbûyina civakê û avakirina aştî û civaka demokratik destnîşan kir.

Li dijî projeya dewletên hegemon paradigmaya Netewa Demokratîk

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15ê Sibata 1999an de li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê Gelê Kurd di Girava Îmraliyê de rûyê komployê û dewletên hegemon derxist holê. Rêberê Gelê Kurd bi paraznameyên Manifestoya Şaristaniya Demokratîk ku ji 5 cildan pêk tê pênaseya modernîteya kapîtalîst û netew-dewletan dike û li dijî vê pergalê paradigmaya Modernîteya Demokratîk û pergala Netewa Demokratîk pêşdixîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pergala Netewa Demokratîk, ji aloziyên ku netew dewletan bi xwe re anîne çareseriyê digere. Rêberê Gelê Kurd li dijî pergala netew-dewlet ku bûyê sedema şer û pêvçûnên di navbera gelan de, bi pergala Netewa Demokratîk li ser esasê hevdu qebûlkirin, bi hevdu re jiînê pêşniyarî gelan dike. Rojhilata Navîn a ku her diçe şer û alozî lê zêde dibin, di nava qaosekê de ye. Pergala Netewa Demokratîk li dijî netewe-dewletan wek rizgariya ji pirsgirêkan derdikeve holê.

Nirxandinên Abdullah Ocalan yên li ser peymana Seykes-Picotê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameya xwe ya Manifestoya Şaristaniya Demokratîk de li ser peymana Sykes-Picotê jî hin nirxandinan dike. Rêberê Gelê Kurd peymana Sykes-Picotê weke bingeha pergala netew-dewletê ya li Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd dinirxîne û dibêje: “Ji bo Ewropa peymana Versay çi be ji bo Rojhilata Navîn jî peymana Sykes-Picotê ew e. Peymana Versay li Ewropayê bû sedema bi dawîkirina aştiyê û Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi xwe re anî. Peymana Sykes-Picotê jî heman rol lîst. Şûna aştiya bi Osmaniyan re Rojhilata Navîn xist nava alozî û pirsgirêkan. Dewletên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn derketin holê hem bi gelen xwe re û hem jî bi dewletên derdorê re di nava şer de ne. Tasfiyekirina civaka xwezayî ji bo gelan tê wateya şer. Sînorên bi rastkêşê hatine diyar kirin bi xwe re şer anî. Ew Peyman di heman demê de bingeha peymana Sevrê ye.”

‘Parçebûna 2yemîn a Kurdistanê ye’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peymana Sykes-Picotê weke parçekirina dûyemîn a Kurdistanê dinirxîne û dibêje, vê peymanê bingeha peymana Sevrê daniyê û piştî peymana Kasr-i Şîrînê (1639) parçebûna 2yemîn a Kurdistanê ye. Abdullah Ocalan di bingeha pirsgirêka Kurd de, parvekirina Kurdistanê ya di nava çar netew dewletan de dibîne û wiha dibêje: “Hezên hegemon ên modernîteya kapîtalîst çima ev 200 sal in Kurdan dipelçiqînin? Armanca wan ew e ku hevsengiya dîrokî ya di navbera Kurd, Ereb, Tirk û Farisan de xirab bikin û di navbera wan de şer û pevçûnan derbixînin. Her wiha bi vê yekê re dixwazin pêşiya netew-dewletên wek Ermenî, Asûrî û Yahûdiyan vekin û Kurdan weke pirsgirêk diyar bikin û herême li gor berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Ev ê bi vî awayî aloziyan kûrtir bike. Dermanê van aloziyan Modernîteya Demokratîk e.”

‘Destpêka komploya li dijî Kurdan e’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2008-2009an de hevdîtina ya bi parêzerên xwe re peymana Sykes-Picotê weke destpêka komploya li dijî Kurdan pênase kiribû û wisa nirxandibû: “Komployên li dijî Kurdan piraniya xwe bi peymana Sykes-Picotê destpêkirin. Bi vê peymanê plana parçekirina Kurdan kirin. Çareserî bi sererastkirina vê peymanê ye. Di nêrîna me ya çareseriyê de parçekirin tune ye. Bi pergala Konfederalîzma Demokratîk bi Suriye, Iraq û Îranê re dikarin xwîşk-biratiyê ava bikin û Kurd bi vî awayî dikarin taybetmendiya xwe biparêzin û bi gelen herême re bi hev re bijîn.”

Nirxandinên dawî yên li ser Peymana Sykes-Picotê

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re li Rojhilata Navîn jî geşedanên girîng rû dan. Ji aliyekî ve aloziya li Sûriyeyê û ji aliyekî ve jî mudaxaleya li Îranê di rojevê de ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê re ser encamên peymana Sykes-Picotê radiweste. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şer û pêvçûnên dawî yên li Rojhilata Navîn weke têkçûyina peymana Sykes-Picotê dinirxînê û wiha dibêje: “Têkçûyina Sûriyeyê di heman demê de têkçûyina peymana Sykes-Picotê ye. Başurê Sûriyeyê girtin. Suweyda û Golan jî girtin. Dîcle û Firat jî ji van re hatiyê waad kirin (Îsraîl). Ew provakasyon e.”

Abdullah Ocalan aloziyên li Rojhilata Navîn diqewimin ji bo avakirina pargaleke demokratîk weke firsendekê digre dest û dibêje: “Çareserî ne bi dijberiyê, li ser esasê hevdû qebûlkirinê pêkan e.”

Etîket: Abdullah Ocalançalakiyên Rojhilatê KurdistanêKurdistanMahmût AltintaşParçebûna KudistanêPeymana Sykes-PicotRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanRojhilata Navînsykes-picot
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
‘Yek mûhatap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

28 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (810)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne