* Îbrahîm Cîn hevrêyê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn e ku li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest dabûn. Îbrahîm Cîn diyar kir ku mirov nikare lehengiya her çar şoreşgerên Kurd bîne ziman lê ger gelê Kurd îro bi ruhê berxwedana Zindana Amedê tevbigere wê teqez biserkeve.
* Hevberdevkê ANYAKAY-DERê ya Herêma 3yemîn a Stenbolê Osman Ozdemîr derbarê 18ê Gulanê Roja Şehîdan de diyar kir ku di meha Gulanê de gelek cangoriyên gelê Kurd çêbûne û wan cangoriyan gelê Kurd aniye roja îro û got: “Em bi serfirazî bi saya şehîdan dijîn. Şehîdên meha Gulanê ji tunebunê me anîn hebûnê. Ev tiştên ku em armanc dikin bi saya şehîd û Serokatî dê pêk bê.”
* Li Stenbolê welatiyên ku tev li şahiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bûn diyar kirin ku zimanê Kurdî zimaneke gelek girîng e û ew dixwazin zarokên wan bi Kurdî werin perwerdekirin û gotin: “Em statuya zimanê Kurdî û Serokatî dixwazin.”
* Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi hevkariya Zarok TV, Konseya Bajêr a Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weqfa Koçberiyê dê li Parka Sumerê ya Amedê “Komxebata Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” li dar bixe. (09:00-17:00)
* Ege Kurdî, Katîp Kurdî û 9 Eylul Kurdî dê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Parka Încîraltiyê ya Balçovayê seyranê li dar bixin. (11:00-16:00)
* 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya ji hêla Şaxa Egîtîm Sen a Wanê ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. (11:00-15:00)
* Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî ku Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de li Sumer Parka Amedê duh danîn, dê îro jî bidome. (12:00-18:00)
* MEBYA-DERa Amedê û Komeleya 78an dê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê serdana gorên cangoriyan bikin û dû re li ber Zindana Amedê ya li navçeya Rezanê dê daxuyaniyê bidin. (12:00-13:00)
* Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê dê li Sehaya Fûtbolê ya Taxa Yenîkoy a navçeya Rezanê ji bo tûrnûvaya xwe ya fûtbol û voleybolê deklarasyonekê eşkere bike. (12:30)
* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dê bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakiriyên di Binçavan de ya Navneteweyî li Newala Qesaba ya Sêrtê daxuyaniyê bide. (13:00)
* Komeleya Komun a Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (KODER) dê li Taxa Cevatpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê bi şahiyekê bê vekirin. (16:00)
* Federasyona Çandê ya Agiriyê dê li Salona Konferansê ya Kampusa Sancar Maruflu ya Karşiyakayê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî panelekê li dar bixe. (16:00)
* Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, dê bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakiriyên di Binçavan de ya Navneteweyî li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyekê bide. (17:00)
* ANYAKAY-DER ji bo şehîdên meha Gulanê dê li navçeyên Sancaktepe, Bagcilar û Beyogluyê bernameya bîranînê li dar bixe. (19:00)








