Li Agiriyê 20 kesên ku piştî pîrozbahiyên Newrozê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û girtin, di encama îtîraza parêzeran de hatin tehliyekirin.
Li seranserê Agiriyê, piştî pîrozbahiyên Newrozê di encama serdegirtinên malan de gelek kes hatibûn binçavkirin. 20 kesên ku di van serdegirtinan de hatibûn binçavkirin û sewqî edliyeyê hatibûn kirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdiayên “Li hemberî polîsan derketine” û “Propagandaya rêxistinê kirine” hatibûn girtin.
Hat zanîn ku piştî îtîraza parêzeran a li dijî biryara girtinê, dadgehê biryara tehliyeyê da û 20 kesên girtî serbest hatin berdan.













