Rejîma Îranê girtiyên bi navê Ramîn Zaleh û Kerîm Marûfpûr darvekir. Hat zanîn ku beriya darvekirinê tu agahî nedane malbatên wan û mafê hevdîtina dawî ya bi malbatên wan re jî nehatiye naskirin.
Zextên Rejîma Îranê ya li ser girtiyên Kurd berdewam dike. Rejîma Îranê du girtiyên din ên Kurd ên bi navê Ramîn Zaleh û Kerîm Marûfpûr bidarvekir.
Ramîn Zaleh û Kerîm Marûfpûr beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi darizandine neadîlane bi angaşta “endamtiya di komên cudaxwaz de” û “serhildana çekdarî” ve hatin tawanbarkirin û darizandin. Hat ragihandin ku pêvajoya doza her du girtiyan, mîna gelek dozên din ên girtiyên kurd, dûrî pîvanên dadperweriyê û di bin şert û mercên giran ên îstîxbaratî de hatiye meşandin.
Ramîn Zaleh
Ramîn Zaleh, ku şêniyê bajarê Naqadehê ye, di 22 yê Tîrmeha 2024an de ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve hatibû girtin û piştre sewqî Girtîgeha Navendî ya Naqadehê hatibû kirin. Zaleh, piştî ku 507 rojan di binçavkirinê de ma, ji aliyê Şaxa 1emîn a Dadgeha Şoreşê ya Mahabadê ve, bi angaşta “serhildana çekdarî” cezayê sêdareyê lê hatibû birîn. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan, danişîna dadgehkirina wî piştî girtina çend mehan a di hucreya yekkesî de ma bû û parêzerê ku wî bi xwe hilbijartî jî nehatiye qebûlkirin.
Kerîm Marûfpûr
Girtiyê din Kerîm Marûfpûr ê 29 salî û şêniyê Naqadehê, beriya niha di 23yê Adara 2021an de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve li bajarê Serdeştê hatibû girtin. Hat ragihandin ku Marûfpûr di dema girtina xwe de rastî tundiyeke giran hatiye.
Piştî girtina Marûfpûr demeke dirêj tu agahî jê nehatiye girtin û malbata wî di nava fikarên mezin de mabû. Ew jî piştre li gel Ramîn Zaleh, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mahabadê ve di pêvajoyeke neheq a dadwerî de bi heman angaşta “serhildana çekdarî” hat darizandin û cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Hat zanîn rejîmê cenazên her dû ciwanên Kurd hîn jî radestî malbatê wan nekiriye.












