Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dosyaya dîlgirtiyan li dijî wan weke zextê bi kar tîne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî. Mazlûm Ebdî li ser Peymana 19ê Adarê, xalên ku diviya bên pêkanîn û dîlgirtiyên di destê hikûmeta demkî de hin nirxandin kirin.
Li gorî hin çavkaniyan hejmara dîlgirtiyên serbest nehatine berdan derdora 400î ye. Hinek ji wan sivîl in û hin jî şervan in.
10ê Adarê koma yekemîn a dîlgirtiyan ku hejmara wan 100 kes bû, beramberî 100 kesên nêzî hikûmetê hatin berdan. Koma duyemîn jî 19ê Adarê 300 dîlgirtî beramberî 300 dîlgirtiyên hikumetê hatin berdan. Koma sêyem 11ê Nîsanê 400 dîlgirtiyên HSDê beramberî 91 dîlgirtiyên hikumetê serbest hatin berdan. Koma çaremîn jî di 8ê Gulanê de serbest hatin berdan û hejmara wan jî 232 kes bûn.
Hinek berpirsên hikumeta demkî daxuyandin ku beriya Cejna Qurbanê ew ê dosyaya dîlgirtiyan bi dawî bikin. Her wiha Cîgirê Wezîrê Prastinê yê Hikumeta Demkî Sîpan Hemo di daxuyaniyeke xwe de bal kişandibû li ser dosyaya dîlgirtiyan û gotibû îstismarkirina malbatên wan tiştekî baş nîn e û destnîşan kiribû ku aliyên têkildar bi rêyên fermî û li ser asta wezaretê dixebitin da ku dosyaya dîlgirtiyan çareser bikin.
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li herêma Cizîrê û Kobanê bi rojan e malbatên dîlgirtiyan çalakiyên xwepêşandanê li dar dixin û daxwaz dikin ku dîlgirtiyên wan werin berdan.












