Amed – Komeke geştyaran a ji welatên Ewropayê yên cuda pêk dihat ji bo dîtin û gera li Amedê hatine bajêr, serdana Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî kirin. Geştyarên ku li kilamên dengbêjan guhdarî kirin, diyar kirin ku her çend bi Kurdî nezanibin jî kûrahî û bingeha dîrokî ya vê çandê rasterast derbasî dilê wan bûye û bal kişandin ser dewlemendiya pirzimanî ya li herêmê.
Komeke geştyaran ku ji welatên Ewropayê yên cuda ji bo dîtin û gerê hatine Amedê, bûn mêvanên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê. Geştyarên biyanî ku ji nêzî 20 kesan pêk dihatin li vir ewilî li kilamên dengbêj Emerê Entakî guhdarî kirin û li ser kûrahî û dîroka vê çandê agahiyên girîng girtin. Paşê koma geştyaran ji Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn li ser dîrok, xebat û parastina saziyê agahiyên berfireh girtin. Geştyarên ku piştî guhdarîkirina dengbêjan û serdana komeleyê hestên xwe anîn ziman, destnîşan kirin ku çand û dîroka bajêr bandoreke kûr li ser wan hiştiye.
Hunera dengbêjiyê bandoreke kûr hişt
Geştyara bi navê Andrea ya ku ji Portekizê hatiye anî ziman ku Amed ji bo wê cihekî pir taybet e û gava tê bajêr vê yekê rasterast hîs dike. Andrea destnîşan kir ku mirov û mekanên li vir pir mêvanperwer in û daxuyand ku ev cara çaremîn e ku ew tê Amedê û dixwaze her tim vegere vê xakê. Andrea li ser rûniştina dengbêjan ku cara yekem e lê guhdarî dike jî got ku her çend ew peyvan fêm nake jî, lê dibîne ku ev huner ji bo hunermend û gel tiştekî pir pîroz e û girêdaneke pir xurt a di navbera wan de ava dike.
Sûr û dîroka kevnar a Amedê
Lorenzo yê ku ji Îtalyayê hatiye û cara duyemîn e serdana bajêr dike jî diyar kir ku bajarê kevnar û dîwarên Sûrê yên ku di lîsteya mîrateya dîrokî ya UNESCOyê de ne, bandoreke mezin li ser kirine. Lorenzo anî ziman ku dema li ser wan bircan dimeşe, mirov şaristaniya li vir çêbûye hîs dike û got ku guhdarîkirina dengbêjan rêbaza herî bedew a veguhastina çand, folklor û dîrokê ye. Lorenzo da zanîn ku her çend bi zimanê Kurdî nezane jî, hezkirin û girêdana Kurdan a ji bo çanda wan rasterast derbasî dilê wî bûye.

Dewlemendiya ziman û çandên Kurdistanê
Enrico yê Îtalyan ku ji Almanyayê hatiye jî da zanîn ku ew nêzî 10 salan e tê Amedê û di serdemên cuda de şahidiya gelek tiştan kiriye. Enrico diyar kir ku ji Kervansarayê heta Baxçeyên Hewselê û navenda Sûrê gelek cih ditiye û cara yekem di sala 2016an de gava guh daye dengbêjekî, têkiliya kûr a di navbera kilam, deng û helbesta Kurdî de fêm kiriye. Enrico wekî kesekî ku ji zimannasiyê hez dike destnîşan kir ku li vê herêmê zindîbûna zimanên wekî zaravayên Zazakî, Kurmancî yên Kurdî û Suryanî dewlemendiyeke mezin e û îro jî li Kurdistanê çandên cuda bi hev re jiyana xwe didomînin.













