Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi rojeva biryara “Betalkirina teqez” a li dijî kongreya CHPê, civîneke awarte li dar dixe.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî bi rojeva biryara “Betalkirina teqez” a ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve li dijî kongreya CHPê hatibû dayîn bi Serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi awayekî awarte li navenda giştî ya partiyê civiya. Di civînê de biryara “Betalkirina teqez” dê bê nirxandin û li dijî biryarê nexşerêya DEM Partî dê bê nîqaşkirin.













