Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo piştgiriyê çû serdana CHPê. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku ew herdem tînin ku divê tevahî partiyên siyasî xwe bi rê ve bibin û got: “Em nêzkatiya li dijî CHPê qebûl nakin.”
Di 4-5ê kanûna 2023yan de kongreya asayî ya CHPê pêk hatibû û Ozgur Ozel bibû serokê giştî yê CHPê. Dadgeha Îstînafê derbarê kongreya CHPê ya ku Ozgur Ozel pê bibû serokê giştî biryara “Betalkirina Teqez” da. Bi vê biryarê re Ozgur Ozel ji peywîrê hat dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din weke serokê giştî hat peywîrdarkirin. Hevserokên DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan û bi heyetekî re çû serdana CHPê û bi serokê CHPa Stenbolê Ozgur Çelîk re hevdîtin pêk anîn.
‘Em nûzîkatiya ku li dijî CHPê qebûl nakin’
Arîfe Çinar di serdanê de axivî û diyar kir ku desthilatdar demekî dirêj e dixwaze muxalefetê bêdeng bike û wiha got: “Em nûzîkatiya ku li dijî CHPê qebûl nakin. EM her tim tînin ziman ku divê partiyên siyasî xwe bi rê ve bibin. Lê em dibînin ku tu wateya hilbijartinan nemaye. Ji bo piştgiriya xwe bînin ziman jî îro em hatin li vir û bi Ozgur Çelîk re me hevdîtin pêk anî. Têkoşîma me dê berdewam bike.”














