Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî destwerdanên darazê yên li ser CHPê, ber bi Avahiya Rêxistina CHPê ya Îzmîrê ve meşiyan.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, li dijî operasyonên darazê û biryara “Betalkirina teqez” a li ser CHPê, li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Biryara betalkirina teqez nayê qebûlkirin, em ê bi hev re li dijî darbeyê têbikoşin” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz ve hat xwendin.
‘Girtîgeh bi zana û muhalîfên welat tije ne’
Sefa Yilmaz diyar kir ku welat di nav şert û mercên pir giran ên faşizmê re derbas dibe wiha got: “Di rejîmeke otokratîk a yek-partî de çi hebe, em her roj heman tiştan wan li welatê xwe jî dibînin. Girtîgeh bi zana, ciwan, şoreşger û muhalîfên vî welatî tije ne. Nan nîne, xwarin nîne, kar nîne; paşeroj, tenduristî û perwerde bi dawî bûye. Bi mîlyonan mirovên ku di nav xizanî û bêçaretiyê de heta rûkala hestiyên xwe tên mêtin hene û hindikahiyeke piçûk heye ku ji vê sefaletê berîka xwe tije dike. Sûdwergirtina ji mafê axaftinê, xwepêşandandanê û xwerêxistin kirinê, dibe sedema lêpirsîn, doz û girtîgehê. Cudahî, dabeşkirin û dijmankirin êdî bûye tiştekî asayî. Welatiyên hêja, xala ku welatê me gihîştiyê, asteke wiha ye ku bêhnstendin bixwe jî wek sûc tê hesibandin. Biryara betalkirina teqez îlana rakirina demokrasiyê ye.”
‘Roj roja têkoşîna bêtirs e’
Sefa Yilmaz destnîşan kir ku têkoşîna aştiyê di şert û mercên ji her demê dijwartir de tê meşandin û got: “Pir aşkereye ku yên li dijî faşîzmê nebin yek, dê di zindanên faşîzmê de hevdu bibînin. Divê em têkoşîna demokrasî, azadî û xwişk-biratiyê mezin bikin, li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Roj roja yekbûnê, bihêzbûnê û domandina têkoşîna me ya demokratîk a bêtirs e.”
Girse piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Li dijî faşizmê mil bide milê hev” û “Xelasî li kolanê ye, ne di sindoqê de ye” ber bi Avahiya CHPê ya Îzmîrê ve meşiya.














