• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îtîraza CHPê ya ji bo rakirina biryara ‘Betalkirina Teqez’ hate redkirin

    Piştî biryara ‘Betalkirina teqez’ operasyon: Herî kêm 13 kes hatin binçavkirin

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 23yê GULANA 2026an

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

    Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

    Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îtîraza CHPê ya ji bo rakirina biryara ‘Betalkirina Teqez’ hate redkirin

    Piştî biryara ‘Betalkirina teqez’ operasyon: Herî kêm 13 kes hatin binçavkirin

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 23yê GULANA 2026an

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

    Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

    Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

Daristan Pala / AW

23 GULAN 2026 - 08:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Yek ji rûspiyên eşîra Giraviyan Sadrettîn Şen û yek ji rûspiyên eşîra Mamxûran Fûat Tûrgût bal kişandin ser sedemên derketina şer û pêvçûnên di nava civakê de diqewimin û gotin: “Ji sedî 50iyê van pirsgirêkan ji ber aboriyê derdikevin. Ciwan betal dimînin, dikevin nav înternetê û qumara înternetê. Sedema tundûtûjiyê ya bingehîn jî pergal bi xwe ye.”

Nakokî û dijberiya di navber malbatan de, di navbera eşîran de her ku diçe zêdetir dibe û di encamê de bûyerên gelek dilêş diqewimin. Sedema derketina van nakokî û dijberiyê jî weke pergal bi xwe tê dîtin û derketina hemû bûyeran encama polîtîkayên şerê taybet e. Ev dijberî ne tenê li Wanê, li tevahiya bakurê Kurdistan û li gelek bajarên Tirkiyeyê rû didin û rêjeya şer û kuştinan di nava 5 salan de gelekî zêde bûye.

Bi taybetî li bajarê Wanê di mehên dawî de ev bûyerên di nava malbatan û ciwanan de zêde bûye. Di encama van bûyerên nexweş de gelek kes tên kuştin û birîndarkirin. Bûyer bi şexsî dest pê dikin paşê vediguherin şerê navbera malbatan. Ji bo van şer û pevçûnên diqewimin ji bo çareseriya van meseleyan lêgerînên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî berdewam dikin.

Rûspiyên eşîrên li herêma Wanê û Colemêrgê derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser çareseriya van pevçûnên civakî.

‘Ev civak her ku diçe ber bi xirabiyê ve diçe’

Yek ji rûspiyên eşîra Giraviyan Sadretîn Şen bal kişand ser kuştin û rûdanên tundûtûjiyê yên di nava civakê de û got: “Ev civak, her roj ber bi xirabiyê ve diçe û dirize. Bi piştgiriya dewletê komeleyên eşîran û baron zêde bûne. Pergal niha li bajarê me baronan (mafya) bi cih dike.”

‘Ciwan ber bi eşîrtiyê ve diçin û her tiştî li gorî pîvanên eşîrî dikin’

Sadretîn Şen destnîşan kir ku bêbandorbûna saziyên sivîl di ciwanan de hişmendiya paşverû ava dike û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Kêmasiyên me jî hene, komîsyonên me li cîhên xwe nîn in. Berê civaka me heta astekê hatibû ku xwe ji eşîrperestiyê dûr dixist, lê niha saziyên me û komîsyonên me bêbandor mane. Ciwan ber bi eşîrperestiyê ve diçin û her tiştî li gorî pîvanên eşîrî dikin. Dewletê jî qad vala hiştiye, yanî her tişt serberdayî kiriye.”

‘Divê rûspî û pêşengên me deriyên xwe zêdetir vekin

Sadretîn Şen bal kişand ser berpirsiyariya partî, rûspî û malbatan a li dijî belavbûna eşîrperestiyê û şerê diqewimin û wiha got: “Belkî ev gotin îro ji bo me giran tên, lê rastî ev e. Roj bi roj di bajarê me de ev pirsgirêk zêde dibin û di vê mijarê de jî barê giran li ser milê me ye. Divê partiya me mîna salên berê dest biavêje vê meseleyê; divê komîsyonên xwe yên li navend û navçeyan ava bike. Divê rûspî û pêşengên me deriyên xwe zêdetir vekin, di nav civatê de bin û bi berdewamî guh bidin gel. Bi vî rengî dê ji hemû pirsgirêkan agahdar bin. Heke em vê nekin, ev komeleyên eşîran û eşîrperestî ji bo me zerar in. Heke em li xwe xwedî dernekevin, heke dê û bav li zarok û ferdên malbata xwe xwedî dernekevin, em ê roj bi roj ber bi nexweşiyeke mezintir ve biçin.”

‘Ev pirsgirêka perwerdehiyê jî kar û encama pergalê bixwe ye’

Yek ji rûspiyên eşîra Mamxûran Fuat Turgut jî bal kişand ser kêmasiyên di qada perwerdehiyê de û rola malbatan a di vî warî de û wiha got: “Mixabin di serî de civaka me bêperwerde û bêhîndekarî hatiye hiştin. Ev pirsgirêka perwerdehiyê jî kar û xebata pergalê bixwe ye. Heke bi îmkanên malbatê di malekê de çar zarok hebin û ew biçin dibistanê û bixwînin, perwerde dikare pêşiya hemû nebaşiyan bigire. Di vir de berpirsiyarî dikeve ser milê malbatê jî; divê malbat li ser piçûkên xwe hişyar be. Divê rê nede ku zarokên wan saet 3-4ê şevê li kolanan bimînin. Heke hîmdariya malbatê hebe, dê gazî zarokê xwe bike û bêje; ‘Tu bêkarî, heta vê saetê li derve çi dikî? Were mala xwe!’ Perwerde pir girîng e, derman û panzehîrê van hemû nexweşiyan perwerdehî ye.”

‘Pergalê sed salî nexweşî li her derê belav kiriye’ 

Fuat Turgut da zanîn ku ev krîza civakî ne tenê herêmî ye, bandorê li her derî dike û wiha pê de çû: “Ev pergala ku sed sal e ava bûye, ev tişt tenê li vir (li Wanê) nekiriye; ev rewş li Stenbolê jî, li Îzmîrê jî û li Bursayê jî wiha ye. Nexweşî li her derê belav bûye. Ji ber wê yekê, bar ketiye ser milê malbatê, zanîn û hişyariya dê û bavan û her wiha li ser milên rêxistinan.”

‘Ji sedî 50iyê van pirsgirêkan ji ber aboriyê derdikevin’

Fuat Turgut bal kişand ser sedemên aborî û hovîtiya ku di nav ciwanan de belav dibe û ev yek anî ziman: “Hûn dibînin, ji sedî 50iyê van pirsgirêkan ji ber aboriyê derdikevin. Ciwan betal dimînin, dikevin nav înternetê û qumara înternetê. Medya bixwe jixwe her roj van tiştan belav dike. Paşê hûn dibînin ku yekî kêr li yekî xistiye an demançe ji hev re kişandine. Çima ev mirov bi kêr û demançeyan digerin? Ew ê wê çekê yan li hevalekî/ê xwe bide, yan jî keseke din.”

‘Ferqa berê û niha pir zêde ye’ 

Fuat Turgut destnîşan kir ku rûxandina saziyên civakî rê li ber zêdebûna rûdanên xirab vekiriye û got: “Gelo divê rêxistin di vê rewşê de çi bike? Beriya deh salan dem cuda bû. Li hemû taxan komîsyonên me yên ciwanan, yên jinan û yên rûspî û mezinan hebûn. Ciwanên me hişyartir bûn. Berê heke ji sedî 10 tiştên xirab çêdibûn, îro ji sedî 50 çêdibin; yanî ferqa navbera wê gavê û vê gavê pir zêde ye.”

‘Werin em li taxan komîsyonan ava bikin’  

Fuat Turgut di dawiya axaftina xwe de banga têkoşîna hevpar û çareseriya lezgîn kir û wiha got: “Vê gavê tiştê ku dikeve ber milê rêxistina partiya me ev e. Divê demildest li taxan komîsyonan ava bikin. Komîsyonên ciwanan. Lewma divê em li van ciwanên me yên betal hişyar bin û li wan xwedî derkevin. Bi komîsyonên jinan, yên taxan û bi piştgiriya partiyê û rûspiyan re divê em xebatê bimeşînin. Mînak, îro em sê heval li vir in, bi xebatê em dikarin rûspî û mezinan bînin cem hev. Gava pirsgirêkek çêbû, hêj mesele mezin nebûye, beriya ku birîndarî û kuştin çêbibin, em dikarin bi vî rengî pêşiya şer û xirabiyan bigirin.”

Etîket: AborîBajarê Wanêbetaliya ciwananeşîra Giraviyaneşîra Mamxûranpergalperwerdehîşer û pevçûna nav malbatantundûtûjî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

22 GULAN 2026
Serfkar ji aboriya Tirkiyeyê bêhêvî ne

Serfkar ji aboriya Tirkiyeyê bêhêvî ne

21 GULAN 2026
AKPê bi ÎŞKURê ve Colemêrg kiriye bajarê gendeliyê

Li Colemêrgê bi dehan kes ji kar hatin avêtin

21 GULAN 2026
Li Bolîvyayê xwepêşandan: Kesek mir 100 kes hatin binçavkirin

Li Bolîvyayê xwepêşandan: Kesek mir 100 kes hatin binçavkirin

19 GULAN 2026
Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

12 GULAN 2026
 Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

 Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

    Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rotînda Yetkîner: Erka pêşîn a hunermend parastina ziman û nirxên civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda Kurdî bandorê li geştiyarên Ewropî dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çand û zimanê Çerkezan ber bi tunebûnê ve diçe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan li Amedê GÎB-DERê ava dikin: Komunên azad prototîpa civaka nû ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Miksê tiştek nû nîn e: 7 meh in rê hêj girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Cizîrê bîstanê komuna jinan û li Kerboranê Mala Tendûrê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezroyê bernameya dengbêjî û helbestan hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (598)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne