Amed – Bi boneya Cejna Qurbanê serdana gora Vedat Aydin hat kirin.
Di pêşengtiya MEBYA-DER a Amedê bi bonya Cejna Qurbanê serdana gora Vedat Aydin ê dema Serokatiya Bajêr a Amedê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) dikir û di di 5ê Tîrmeha 1991an de ji mala xwe hatibû girtin û qetilkirin hat kirin. Serdan li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Bajarê Nû hat lidarxistin. Siyasetmedar, hevserokê partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û malbata Aydin tevlî serdanê bûn.
Hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin di serdanê de piştî kirina diayan di şexsê Vedat Aydin de cejna hemû Kurdistanê pîroz kir û got: “Em minetdarên wan in, em ê ji bo wan têbikoşin. Em bang li Wezareta Dadê dikin. Gotin ku em ê dosyayên faîlên wan nediyar vekin. Heke dosya werin vekirin, bila hemû dosyayên ku ji salên 80yî heta 91an, ji wê rojê heta îro hatine girtin werin vekirin. Em kujeran nas dikin.”
‘Meşandina têkoşîna Vedat Aydin rûmet e’
Hevserokê DEM Partiyê ê Amedê Abbas Şahîn jî da zanîn ku faîl tên zanîn, bal kişand ser Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Meşandina têkoşîna Vedat Aydin rûmet e. Em ê bîranîna hevalên ku pêşengtî kirine bidomînin, ji bo pêkhatina aşitî, demokrasî û dadweriyê rûbirûbûn hewce ye. Ez careke din Vedat Aydin ê ezîz û yên ku jiyana xwe winda kirine bi bîr tînim.”
Serdana goristanê bi danîna qerenfîlan bi dawî bû.













