Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku dawiya hefteyê li başûrê Îranê sîstemên kontrolê yên balafirên bêmirov û radaran hedef girtiye.
Rageşiya navbera DYA û Îranê bi daxuyanî û êrişên dualî berdewam dike. Ligel berdewamkirina mûzakereyan, êrişên hewayî jî pêk tên. Çapemeniya Amerîkî diyar kir ku Washingtonê daxwazên nû pêşkêşî Tehranê kirine. Vê yekê hêviya ji bo peymana ku di rojên dawî de xurt bûye, lewaz kir. Tevî daxuyaniyên erênî yên Serokê DYAyê Donald Trump jî, tê diyarkirin ku di navbera aliyan de pêşketin çênebûye.
DYAyê êrişên nû pêk anîn
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku rojên şemî û yekşemê “bi armanca parastinê” êrîşên hewayî li ser başûrê Îranê pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, di bombebaranan de Girava Keşm a li Kendava Hurmuzê û navendên kontrolê yên balafirên bêmirov û sîstemên radarê yên li bajarokê Goruk hatin hedefgirtin.
Balefira DYAyê ket, baregehên Îranê hatin bombebaran kirin
Artêşa DYAyê diyar kir ku balafireke Emerîkî ya bi tîpa MQ-1 ji aliyê Îranê ve hate xistin, lewma ev operasyon weke bersiva vê yekê pêk hat.
Mûhafizên Şoreşê yên Îranê jî piştî demek kurt daxuyanî da û ragihand ku artêşa Amerîkayê êrîşî baregeheke leşkerî jî kir. Lê têkildarî cihê baregeha hatî hedefgirtin, agahî nehat dayîn.
Li aliyê din, artêşa Kûwêdê jî ragihand ku welat rastî êrişên balafirên bêmirov û moşekên Îranê re rû bi rû dimîne. Rêveberiyên Washington û Tehranê berê jî hevdû bi binpêkirina agirbesta 8ê Nîsanê, sûcdar kiribûn.












