28 şervanên YPJê yên dîlgirtî yên di girtîgehên hikumeta demkî de dihatin ragirtin, hatin berdan.
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ê çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyayeê de heta niha zêdetirîn hezar dîlgirtiyên di destê hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê girêdayê peymanê hatin berdan. Heman rengî HSDê jî dîlgirtiyên di destê xwe de radestî hikûmeta demkî kiriye.
Îro jî di çarçoveya xebata pevguhertina dîlgirtiyan de 28 şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji girtîgehên hikûmeta demkî hatin berdan.
Parêzgeha Hesekê lîsteya navên 28 şervanên hatin berdan di malpera xwe ya fermî de parve kir.













