• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em di têkoşîna li dijî tiryakê de bi biryar in’

    Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

    CHPê dê heyeteke diyalogê ava bike

    CHPê dê heyeteke diyalogê ava bike

    Rojnameger Cîhan Berk hat berdan

    Rojnameger Cîhan Berk hat berdan

    DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

    DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

    ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em di têkoşîna li dijî tiryakê de bi biryar in’

    Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

    CHPê dê heyeteke diyalogê ava bike

    CHPê dê heyeteke diyalogê ava bike

    Rojnameger Cîhan Berk hat berdan

    Rojnameger Cîhan Berk hat berdan

    DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

    DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

    ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di pêşengtiya jinan de şitilên ewil ên Komuna Çandiniyê hatin çandin

Amed / AW

3 HEZÎRAN 2026 - 16:09
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Li navçeya Peyasê ya Amedê, bi piştgiriya Şaredariya Peyasê, li ser erdekî 20 donimî di pêşengtiya jinan de şitilên ewil ên Komuna Çandiniyê hatin çandin.

Li navçeya Peyasê ya Amedê, bi piştgiriya Şaredariya Peyasê, li ser erdekî 20 donimî şitilên ewil ên Komuna Çandiniyê hatin çandin. Komun ji aliyê malbatên kêmdahat ve û di pêşengtiya jinan de, bi armanca pêkanîna feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û xurtkirina aboriya civakî hate avakirin.

Di qonaxa yekem a çandinê de, wekî beşek ji modela hilberînê ya li ser bingeha hevgirtinê, şitilên firingî, îsot, bacanên reş û xiyaran hatin çandin. Di çalakiya çandinê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên Odeya Endezyarên Çandiniyê ya TMMOBê, nûnerên saziyên sivîl û malbatên ku di komunê de cih digirin, amade bûn.

‘Me îlhama xwe ji çanda Mezopotamyayê girt’

Endamên komunê li ser armanca vê xebatê axivîn û destnîşan kirin ku wan îlhama xwe ji çanda qedîm a hevgirtinê ya Mezopotamyayê girtine û wiha gotin: “Ji bo em bibin dengekî nû û lêgerîna civakeke xwezayî, wekî malbatên kêmdahat em li hev civiyan û me komuna hilberînê ava kir. Bi taybetî di bin pêşengiya jinên karker û malbatan de, me li ser erdekî 20 donimî dest bi pêvajoya çandiniyê kir. Ev xebata me wê bi temamî li ser bingeha pergala hevgirtinê bi rê ve biçe.”

Beşdarî xebata civakî û xwezayî bibin

Endamên komuna çandiniyê bang li raya giştî û gelê herêmê kirin ku piştgiriya vê pêngavê bikin û wiha axivîn: “Armanca me ew e ku em wijdana civakî ya ku berê wekî ‘zibare’ û ‘hevkarî’ dihat naskirin ji nû ve zindî bikin. Li ser esasê feraseta rêveberiyên herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan, em dixwazin aboriya herêmî mezin bikin, pratîkên hilberîna ekolojîk belav bikin û keda jinê ya di nav hilberînê de bêtir xuya bikin. Ji çandinê heta dirûnê, em gelê xwe vedixwînin bibin beşek ji vê hewldanê û bi keda xwe beşdarî vê xebata civakî û xwezayî bibin.”

Etîket: çandin.PeyasŞaredariya Peyasê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevdîtînên Pêyasê yên 1emîn dest pê dike

Hevdîtînên Pêyasê yên 1emîn dest pê dike

1 HEZÎRAN 2026
Li Peyasê Komuna Çandiniyê hat avakirin

Li Peyasê Komuna Çandiniyê hat avakirin

26 GULAN 2026
Şaredariya Peyasê dest bi xebatên amadekariya cejnê kir

Şaredariya Peyasê dest bi xebatên amadekariya cejnê kir

22 GULAN 2026
Şaredariya Peyasê ji bo piştgiriya cotkariyê dest bi çêkirina rê kir

Şaredariya Peyasê ji bo piştgiriya cotkariyê dest bi çêkirina rê kir

21 GULAN 2026
Şaredariya Peyasê Yekeya Parastina Zimanê Kurdî vekir

Şaredariya Peyasê Yekeya Parastina Zimanê Kurdî vekir

15 GULAN 2026
Li Akademiya Celadet Elî Bedirxan 15ê Gulanê hate pîrozkirin

Li Akademiya Celadet Elî Bedirxan 15ê Gulanê hate pîrozkirin

9 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berhema şaristaniyên mezin: Keleha Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bingeha Çapemeniya Azad: Serxwebûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xurtkirina xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (70)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne