• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îzmîr / AW

7 HEZÎRAN 2026 - 18:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Foruma Aştiyê ya Îzmîrê, îsal cara 2yemîn çalakiya firofirokan li ser navê Sirri Surreya Onder li Baxçeya Gulan a li Kulturparkê li dar xist.

Di çalakiya ku ji aliyê Foruma Aştiyê ya Îzmîrê ve cara duyemîn hat lidarxistin de, zarokan firofirok firandin û beşdarî nîşandana sêrbaziyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bêyî ku em kesî li pişt xwe bihêlin, aşitî” hat vekirin û bi beşdariya girse ya zarokan gelek şahiyên din hatin lidarxistin. Çalakî bi govend û stranan berdewam kir; her wiha gelek rêxistinên demokratîk, parlamenterê Îzmîrê yê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) İbrahim Akın û keça Sirri Surreya Onder, Ceren Onder Kandemîr jî beşdar bûn û axivîn.  

‘Dîtina navê bavê min li gel peyva firofirokê gelekî biwate ye’

Ceren Onder Kandemîr, spasiya hemû kesên ku ev çalakî amade kirine û beşdar bûne kir û got: “Hevdîtinên herî zêde ku ez bavê xwe tê de dibînim hevdîtinên wiha ne. Ji ber ku mirov dikare bi hêsanî navê kesekî bide saziyeke fermî, dikare wî di nava betonê de bihêle, bike peyker. Heke hûn bala xwe bidinê, lîsteyeke protokolan a wisa heye ku di tu tiştî de naguhere; ew li her derê tên vexwendin û diçin her derê. Lê di wan salonên konferansê de, di wan panelan û navendên çandê de tu tiştekî wisa nayê axaftin. Mirov tenê ji neçarî tên, tenê ji bo ku xwe nîşan bidin li wir amade dibin û piştre diçin. Lê belê, wekî di van şahiyên firofirokan de, di van parkan de, an jî wekî sînemaya li hewaya vekirî ya ku me îsal bi Karkerên Vegerandinê yên Stenbolê re çêkir… Ez di van deman de girîngî û guhertina rêbaza bibîranîna mirovekî fam dikim. Ez hîs dikim ku di demên wiha de em bîranîneke rast û dirust dikin. Ji ber vê yekê dema hatim vexwendin ez gelekî kêfxweş û bi kelecan bûm. Yanî, dîtina navê bavê min li gel peyva firofirokê jî ez gelekî bextewar kirim. Ji bo me xwedî wateyeke pir mezin e. Gelekî spas dikim. Yanî ne gewr e, kesk e. Ji ber wê jî gelekî, gelekî bi wate ye.”

‘Mîrata Onder ji bo me pir hêja ye’

Piştî wê, parlamenter Îbrahim Akin axivî û da zanîn ku mîrata ku Sirri Sureyya Onder li pey xwe hiştiye pir biqîmet e û got: “Mîrata ku wî li pey xwe hiştiye bi rastî jî mîrateke bêhempa ye. Ew yek ji wan kesên kêmpeyda dibû bû ku dikaribû bandorê li her kesî bike, pêwendiyê bi her kesî re deyne û bi vî rengî, bi têkiliyên cuda yên civakî her kesî li dora ramanên xwe bicivîne. Ji ber vê yekê ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez difikirim ku di warê şiyana nûnertiya partiya me ya li Tirkiyeyê de, di warê hewldana ku nîşan daye û di warê keda ku daye aştiyê de, xwedî cihekî nayê jibîrkirin û di heman demê de cihekî ku nayê dagirtin e.”

Etîket: fifirokForuma AştiyêşahîSirri Sureyya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li dijî şerê taybet şahî: Em ê bi komunan jiyanê ava bikin

Li dijî şerê taybet şahî: Em ê bi komunan jiyanê ava bikin

31 GULAN 2026
GÎB-DER hate vekirin: Li dijî tariyê jiyana demokratîk ava bikin

GÎB-DER hate vekirin: Li dijî tariyê jiyana demokratîk ava bikin

23 GULAN 2026
Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

20 GULAN 2026
Li Amedê şahiya zarok û ciwanan hat lidarxistin

Li Amedê şahiya zarok û ciwanan hat lidarxistin

17 GULAN 2026
Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

14 GULAN 2026
Şaredariya Tûşbayê ji bo zarokan şahiya bafirokan li dar xist

Şaredariya Tûşbayê ji bo zarokan şahiya bafirokan li dar xist

9 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îradeya jin û civakê divê were naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîra Mezopotamyayê li Amedê civiya: Armanc xuyakirina tiştên veşartî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Narîn Gezgor: Em dê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta qanûnên dewletê neyên demokratîzekirin dê polîtîkayên bêcezakirinê bidomin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (190)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne