• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

Amed / AW

7 HEZÎRAN 2026 - 21:17
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş di meşa li dijî nijadperestî û zayendperestiyê ya bi pêşengtiya TJA yê hate lidarxistin de axivî û got: “Gelê Kurd ji bo hebûn û rûmeta xwe gelek berdel daye, em ê bersiva herî xurt bidine wan kesan û wê hişmendiyê. Me tu carî serê xwe netewandiye û em ê netewînin.”

Bi pêşengiya TJAyê li dijî nijadperestî û zayendperestiya ku di bin navê “mizahê” de jinên Kurd dike armanc, ji Qada Şêx Seîd heya Mizgefta Mezin meşa li dijî nijadperestiyê hate lidarxistin. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, hevşaredarên navend û navçeyan, endam û nunerên saziyên jinan yên Amedê û gelek jin tevli meşê bûn. Jinan di meşê de pankarta “Jin Jiyan Azadî” û alayên li ser “Jin Jiyan Azadî” rakirin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” , “Bijî berxwedana jinên Kurd”, “Rûmeta Jinan rûmeta gel e” “Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” berz kirin. 

Piştî meşê jinan li ber Mizgefta Mezin daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîsta TJAyê Delal Tellîoglu Gem daxuyanî xwend. Delal Tellîoglu Gem ê da zanîn ku Ew gotinên ji aliyê Serokê Koç Holdîngê Rahmî Koç yên di bin navê “pêkenokê” de hatine ziman û jinên Kurd dikin hedef, qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Ev gotinên ku di raya giştî de reng veda, wekî mîzaheke hêsan an jî şaşbûneke ziman a kesane nayên nirxandin. Gotinên navborî, ravekirina hişmendiyeke zayendperest û mêrserdest e ku tê de qalibên cudaxwaz ên dîrokî yên li hemberî jinan û Kurdan ji nû ve tên hilberandin. Jinên Kurd ne tenê li ser hiş û hişmendiya xwe, di heman demê de li ser rûmet û rûmeta xwe ya civakî jî hedef tên girtin. Ji ber vê yekê, li vir ne tenê rûreşiyeke li hemberî nasnameya Kurd, divê mirov behsa hişmendiyeke mêrserdest bike.”

‘Jinên Kurd ev rolên ku li ser wan hatine ferzkirin red dikin’

Delal Tellîoglu Gem anî ziman ku bi sedsalan e jin ji aliyê pergala mêrserdest ve di ser nezanîn, nebesî û “polîtîkayên zayendperest” re rû bi rû mane, tê xwestin ku di bin kontrolê de bigirin û wiha pê de çû: “Gelê Kurd bûye hedefa polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê. Jinên Kurd jî, hem ji ber ku jin in û hem jî ji ber ku Kurd in, bi cudakariya pir-qatî re rû bi rû hatine hiştin. Hişmendiya mêşatî, jinên Kurd wekî paşdemayî û nezan, carinan jî bi darizandinên exlaqî yên mêrserdest ên mêşatî, hewl daye serdestiya xwe rewa bike. Îro jî pênasekirina jinên Kurd di ser dadbariyên rûreşker, zayendperest û tawanbariyên exlaqî re rê bi rû dimînin. Lê belê jinên Kurd hemû van rolên ku li ser wan hatine ferzkirin red kirine, bûne yek ji rûmetên pêşeng ên têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê. Têkoşîna azadiya jinê ya ku ji Rojhilata Navîn ber bi cîhanê ve belav bûye û xeta têkoşînê ya ku jinên Kurd pêş xistine, bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” re ji mîlyonan jinan re bûye çavkaniya îlhamê.”

‘Rûmeta jinan, nasnameya gelan û têkoşîna azadiyê, ne mijara henekê ya tu kesî ye’

Delal Tellîoglu Gem ê diyar kir ku têkoşîna birêxistinbûyî ya jinên Kurd yek ji dînamîkên herî bihêz ên têkoşîna jiyana wekhev û azad a gelan e û wiha axivî: “Ji ber vê yekê, her gotineke ku jinên Kurd dike hedef, ne tenê herêmeke civakî ya diyarkirî, têkoşîna azadiya jinê, vîna jiyana wekhev û nirxên civaka demokratîk dike hedef. Di serdemeke ku têkoşîna azadiyê ya jinan û gelan mezin dibe û lêgerîna civaka demokratîk xurt dibe de, gotinên ku jinên Kurd biçûk dixînin, ji bilî hewldana hişê mêr ê serdest û hişmendiya mêşatî ya ji bo ji nû ve hilberandina xwe, tu wateyeke din hilnagire. Bi taybetî ev zimanê cudaxwaz ê ku hatiye bikaranîn û gotinên ku bi rûreşkirina jinên Kurd hatine avakirin, ne di çarçoveya mîzahê û ne jî di çarçoveya azadiya ramanê de dikarin bên nirxandin. Rûmeta jinan, nasnameya gelan û têkoşîna azadiyê, ne mijara henekê ya tu kesî ye.”

‘Jinên Kurd ne mijara qalibên dadrûziyên cudaxwaz in’

Delal Tellioglu Gem herî dawî ev tişt anî ziman: “Nasnameya tu gelekî nayê rûreşkirin, rûmeta tu jinê nayê biçûkxistin. Li hemberî hişmendî û gotinên mêşatî û mêrserdest ên ku jinan biçûk dixînin, nasname, vîn û rûmeta jinên Kurd dikin hedef, em ê bêdeng nemînin. Em ê parastina azadî û rûmeta jinê, wekheviya gelan û têkoşîna civaka demokratîk berdewam bikin. Li hemberî her cûre hişmendiya zayendperest, nijadperest û cudaxwaz a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst, pergala mêrserdest û hişmendiya mêşatî ve tê hilberandin, em ê di her qada jiyanê de têkoşîna xwe ya birêxistinbûyî mezin bikin.”

‘Tu carî me serê xwe netewandiye û em ê netewînin’

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku bi gel û jinên Kurd Rahmî Koç şermezar dikin û ev tişt gotin: “Ev hişmendiya te ya 95 salane û te bi vê gotinê ew derxist holê. Gelê Kurd ev sed sale têdikoşe, berdelên giran hatin dayîn lê gelê Kurd tu carî serî netewand. Banga me ji kesên mîna hişmendiya Rahmî Koç ew e ku, em mijara henekê we nînin, dîsa navê jinên Kurd nekin devê xwe, lewma hûn ê poşman bibin. Heger tû dixwazî dîroka gelê Kurd mêze bikî bizivire dîroka Rojava, Rojhilat û Kurdistanê mêze bike. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di nivîs û perspektîfên xwe de her tim li ser têkoşîna jinan radisweste. Em li vir in û em ê hemberî vê fikr û ramana we ya mêrperest û faşîst têbikoşin. felsefeya Jin Jiyan Azadî di rêça Jîna Mahsa Amînî, Leyla Qasim û Arin Mîrkan de xwe nîşan daye. Em dibêjin; em ê vivakek û komarek demokratîk ava bikin lê em ê têkoşîna xwe jî bidomînin. Em ê bi piştgiriya jinên Tirkiye û cihanê re li hember vê hişmendiyê heya dawiyê têbikoşîn. Em ê bersiva herî xurt bidine wan kesan û wê hişmendiyê. Tu carî me serê xwe netewandiye û em ê netewînin.”

Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

Etîket: AmeddaxuyanîmesnijadperestTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

7 HEZÎRAN 2026
‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

7 HEZÎRAN 2026
Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

7 HEZÎRAN 2026
Bîra Mezopotamyayê li Amedê civiya: Armanc xuyakirina tiştên veşartî ye

Bîra Mezopotamyayê li Amedê civiya: Armanc xuyakirina tiştên veşartî ye

6 HEZÎRAN 2026
Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

6 HEZÎRAN 2026
‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îradeya jin û civakê divê were naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Narîn Gezgor: Em dê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên li dijî JESê li ber xwe didin: Em ê destûr nedin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta qanûnên dewletê neyên demokratîzekirin dê polîtîkayên bêcezakirinê bidomin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (194)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne