Gerînendetiya Giştî ya AVAMEDê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gundên ser bi navçeyên Sûr û Peyasê ve xeta nû yên şebekeya kanalîzasyonê ku 39 hezar û 900 mîtroyî derbas dike, temam kir. Bi qedandina xebatên ku berdewam dikin re dê bi giştî 44 hezar û 300 mîtro xetên kanalîzasyonê bên temamkirin.
Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê AVAMED ve tên kirin de, li gundên Eslanoxlî, Satiyan, Qozan, Îsheqan, Çermo, Mermer, Meykûnî, Efendî, Mecnesar, Malyas û Zoxê ên navçeya Sûrê û li gundê Canqetranê ya navçeya Peyasê şebekeyên nû yên kanalîzasyonê hatin temamkirin. Bi vî rengî, cihên niştecihbûnê yên ku binesaziya wan tune bû, gihîştin kanalîzasyonên bipergal.
Bi hezaran mîtro xetên nû hatin çêkirin
Li gundê Eslanoxlî 8 hezar û 778 mîtro, li gundê Satiyan 5 hezar û 952 mîtro, li gundê Îsheqan 6 hezar û 247 mîtro û li gundê Qozanê 4 hezar û 578 mîtro xetên kanalîzasyonê hatin çêkirin.
Li seranserê rêgeha xetê, nêzîkî di her 50 mîtroyî de bîreke kanalîzasyonê hat çêkirin. Ev yek wê rê bidin ku di dema muhtemeliya xirabûn û girtinan de mudaxileya zû bê kirin.
Li gundên Çakinli û Husênik xebat hatin qonaxa dawî
Ji xeta 3 hezar mîtroyî ya ku li gundê Harmiyê hatibû plankirin hezar û 500 mîtroyê wê, ji xeta hezar û 400 mîtroyî ya ku li mezraya Husênik hatibû plankirin jî 800 mîtroyê wê hat temamkirin. Tê armanckirin ku xebat di nava hefteyekê de bi dawî bibin.
Zibilê heywanan pergalê ji kar dixîne
Midûrê Şaxa Karsaziya Kanalê ya Serokatiya Daîreya Kanalîzasyonê Serhan Can destnîşan kir ku xetên kanalîzasyonê ji bo avên bermayî yên malan hatine sêwirandin û divê zibilê heywanan û bermayiyên din ku pergala kanalîzasyonê ji kar dixîne nebe asteng û gundê li gorî vê hesasiyetê tevbigerin. Serhan Can diyar kir ku bermayiyên bi vî rengî dibin sedema girtina xetan û temenê binesaziyê kurt dikin.
AVAMED li gundewaran bi veberhênanên kanalîzasyon û ava baranê, armanc dike ku rîskên li ser jîngeh û tenduristiya gel kêm bike û xizmetên binesaziyê pêk bîne.














