Alî Ejder Elyakut piştî 30 salên girtîgehê hat berdan û li bajarê xwe Amedê ji hêla girseyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin.
Alî Ejder Elyakut di sala 1996an de li Sêrtê hat girtin. Alî Ejder Elyakut ê ku li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) a hate darizandin û cezayê muebedê lê hatibû birîn. Eyakut bi dorê li girtîgehên Sêrt, Amed, Ordu, Amasya, Kiriklar a Îzmîrê, Semsûr, Patnos û herî dawî jî li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê ma. Elyakut piştî 30 salan hate berdan û li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirinDipêşwaziyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
Ali Ejder Elyakut di pêşwazîkirinê de axaftineke kurt kir û wiha got: “30 sal derbas bûn, ev ne demeke kêm e. Dema ku em ketin girtîgehê û dema ku em jê derketin gelek tişt guherîbûn, lê hêviya me bi ti awayî neguherî; ev bawerî û ewlehî her tim li cem me hebû. Tiştê ku em li ser piyan hiştin ev ewlehî û bawerî bû. Fersenda me tune bû ku em pêvajoyê bişopînin, lê heyecaneke me ya mezin hebû; me ruhê pêvajoyê dijî û heyecana wê hildigirt. Niha gelek hevalên me û Rêberê Gelê Kurd di girtîgehê de ne. Her çend îro ez gihîştim azadiya xwe ya fîzîkî jî, dilê min bi wan re ye. Ez bawer dikim ku azadiya hemû hevalên min û ya rêberê me nêzîk e. 30 sal qediyan; di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jiyaneke nû dest pê dike, baweriya me bi pêvajoyê bêsînor e, hêviya me heye.”















