Stenbol – Li ser banga siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan “Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna Komarê ya Demokratîk” ku hat lidarxistin û konferans ji bo pêkanîna têkoşîneke hevpar a komareke demokratîk bingeheke xurt danî.
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê ‘Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ hat li darxistin. Konferansa 2 rojan mazuvaniya gelek rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û kesên navdar kiriye di nava 2 rojan de bi tevahî 6 rûniştin û 2 jî beşên forumê hatin pêkanîn. Di van rûniştinan de akademîsyen, nivîskar, civaknas, siyasetmedar û aktivîstên jin, karker û pêkhateyên tune hatine hesibandin, li ser mijarên pêkanîna şert û mercên aştî û demkorasiyê gotubêj û nirxandin kirin. Di dawiya konferansê de encamname hat xwendin û di encamnameyê de ji bo komareke demokratik bang li hemû beşên civakê hat kirin ku têkoşîna hevpar a demokrasiyê xurttir bikin.
Komara Tirkiyeyê ku li ser pergala netewe dewletê ava bûyê hemû netew û baweriyên cuda tune hesibandiye û polîtikayên Tirkkirin û Mislimankirinê li dijî kêm netew û baweriyan meşandiye. Sed salên derbasbûyî ji ber polîtikayên yek netew, yek bawerî û desthilatdariya merperest bi xwe re şer, pevçûn û krîzên mezin aniye. Piştî sed saliya damezrandina komarê di sedsala 2an de netew û baweriyên tunehatinê hesibandin di vê konferansê de hatin cem hev. Ji ber vê yekê jî ew konferans xwedî taybetmendiyeke cuda û hêja bû. Eywana konferans lê hatiye lidarxistin, pankarta ji pêyvên zimanên di komarê de tune hatinê hesibandin pêk dihat hatibû amadekirin û yek jî taybetmendî û wateya konferansê radixist li ber çavan.
Hemû bindest hatin li cem hev
Pêşengê Sosyalîstên cîhanê Karl Marks li dijî pergala kapîtalîzme ya li ser keda karkeran dixwe bang li karkerên cîhanê kiribû û gotibû, “Hemû Karkerên cîhanê, bibin yek.” Ev gotina Karl Marks hê jî li ser zimanan e. Ew gotin di bingeha xwe de xwedî wateyeke mezin e. Li dijî hezên hegemon û serdestan serkeftin bi tenê têkoşîneke hevpar a yekgirtî û rêxistinbûyinê pêkan e. Beşdar û atmosfera konferansê jî ew gotina Karl Marks tînê bîra mirov. Ermenî, Laz, Kurd, Elewî, Jin, LGBT+, karker, lldar û Tirkên rastî cihekariyê hatinê û dervayî hiqûqa komarê mane, di bin siwana eywaneke
Navenda Çandê ya Cem Karaca hatin ba hev. Balkeş bû ku Cem Karaca kesekî Tirk bû û ji ber ku li dijî pergalê derketiyê rastî zextan hatiye û ji ber pergala yekperest a komarê ji hemwelatiyê hatiyê derxistin. Cihê eywana konferansê û wateya konferansê hev temam kirin. Rastiya komara yekperest û wêneyên netew û baweriyên li Kurdistan û Tirkiyeyê tune hatinê tunehesibandin li ber çavan bû.
Ziman cuda be jî êş yek e
Di rûniştinên konferansê de axiveran bal dikşand ser serpehatiyên avabûn û heya niha sepanên zext, tundî, polîtikayên bişaftin û qirkirinê yên li dijî netew û baweriyên cuda hatine pêkanîn. Rojnamegerê Ermenî û nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan, nivîskar û aktivîstê Laz Îrfan Çagatay, Zanyarê siyasî û akademîsyên Abbas Walî ku li Rojhilatê Kurdistanê ye, aktivîstê Elewî û Akademîsyên Cemal Salman ku di rûniştinên konferansê de axivîn bal kişandin ser rastî cudakariya hatinê û qala serpehatiyên xwe kirin. Di encamê de her çiqas serpehatî û nasnameyên wan cuda bin jî êşa Kurd, Laz, Ermenî û Elewiyan ji aliyê tunehesibandin, bişaftin û qirkirinê ve dişibiya hevdû. Komara Tirkiyeyê ku li ser yek netew û baweriyê avabûyê netew û baweriyên cuda tunehesibandiye. Ji ber vê tunehesibandinê jî netew û baweriyên derveyî komarê ma ne bi heman zext û polîtikayên tunehesibandinê ve rû bi rû ma ne.
Axaftina Veysî Aktaş û diruşma ‘Bijî Serok APO’

Yek jî axaftina mohra xwe li konferansê xist axaftina Veysî Aktaş bû. Veysî Aktaş ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hev re mabûn û piştî 30 salan di girtîgehê derket, dema dikir ku dest bi axaftinê bike li eywana konferansê bi yek dengî dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” bilind bûn. Demeke dirêj beşdarvanan li ser pêyan bi çepikan dan û dirûşim berz kirin. Veysî Aktaş jî di axaftina xwe de bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Komara Demokratîk û li ser girîngiya entegrasyona demokratîk rawestiya. Veysî Aktaş destnîşan kir ku Entegrasyona Demokratîk berovajî tunehesibandin û bişaftinê li ser esasê hevdû qebûl kirinê ye û Entegrasyona Demokratîk dikarê bibe bingeha Komara Demokratîk. Di encamê de Komara Tirkiyeyê dema hemû netew û baweriyên derveyî hiqûqê hatinê hiştin tevlî hiqûqê bibin dikarê veguherîneke demokratîk pêkbînê.
Netew û baweriyên li derveyî konferansê ma ne
Bêguman konferans bi her awayî dengekî mezin veda û ji bo têkoşîneke hevpar a ji bo Komara Demokratîk destpêkeke xurt bû. Lê tevî vê yekê jî gelek kêmasî di konferansê de rû dan. Kêmasiya herî mezin a konferansê nebûna dengê Roman, Suryan, Êzidî û Ereban bû. Roman, Suryan, Êzidî û Erebên piştî komarê ji ber pergala yek netew û yek bawerî tunehatinê hesibandin di Konferanseke ku idiaya Komara Demokratîk û mafê hemû netew û baweriyan dike de cih negirtin. Ew yek ji bo têkoşîneke hevpar kêmasiyan derdixîne. Tenê pêkhateyek jî li dervê bimînê komar nikarê demokratik bibe. Serpehatiyên sed salî jî ew yek nişan da ye. Lê tevî vê yekê jî kêmasiyeke bi vî rengî cihê rexneyê û ji bo kêmasiyên bi vî rengî neqewimin divê ders jê bê girtin.
Konferansa pir netew û yek zimanî
Pergala yekperest a komarê bandoreke mezin li ser tevahî civake kiriyê û polîtikayên bişaftinê heqîqeta netewan jî birîndar kiriyê. Bandora polîtikayên bişaftinê li ser netewan di konferansê de jî rû da. Tevî ku gelek netewên cuda tevlî konferansê bûn jî konferans bi piranî bi yek zimanî anku bi Tirkî bi rê ve çû. Balkeş bû hemû axiviran bal dikşand ser bişaftinê lê ne bi zimanê xwe, bi zimanê serdestan axivîn. Bêguman ziman yek jî amura ji hev fehmkirinê ye. Di vê wateyê de ji bo hevdû fehmkirinê Tirkî dikarê bibe zimanê hevpar. Lê di rewşa gelên bindest ku rastî bişaftinê hatinê de Tirkî hevparbûna ziman zêdetir ji nû ve sazkirina bişaftinê ye. Ji bo hevdû fehmkirinê êdî bi pêşketina teknolojiyê re ne hewceyê heman zimanî biaxivin. Jixwe ji bo fehmkirinê vergera Kurdî û Tirkî hebû. Lê bi zimanên din yanî ji bo Ermenî û Lazkî çareseriyeke bi vî rengî nehatibû peydakirin. Heke ji bo hemû zimanan pergala vergere biketa dewrê û hemû axivêr bi zimanê xwe biaxivyana û di heman demê de verger bihata kirin bêguman wateya konferansê dê bilindtir bibûna. Bi vî awayî zimanên hatinê tunehesibandin û derveyî komarê hatinê hiştin dê di eywanê de rabûna ser pêyan û olan bidana. Ji ber ku Komara Demokratîk ne bi yek reng û yek zimanî bi pir rengî û pir zimanî pêkan e.
Bingeheke xurt ji bo hevgirtina bindestan
Kemasiyên konferansê dikare ji bo pêşerojê bibe tecrubeyek. Konferans tevî kêmasiyan jî ji bo têkoşîna hevpar û hevgirtina bindestan bingeheke xurt danî. Li ser vê bingehê kêmasiyên heyî tecrube bên girtin dikarê pêşketinên mezin bi xwe re bînê. Tevlîbûna konferansê jî ew yek nişan da. Gelek beşên cuda tevlî konferansê bûn û nirxandin û nîqaşên hatin kirin guhdar kirin. Konferans bi tevlîbûneke mezin pêk hat. Eywana konferans hat li darxistin tijê bibû û vê yekê jî alaqaya konferansê radixist berçavan. Alaqaya konferansê di heman demê de hewcedarî û daxwaza welatiyan a komareke demokratîk nîşan dida. Her wiha ji bilî partiya desthilat ji partiyên siyasî jî ji konferansê re peyam şandin û piştgirî û daxwaza komareke demokratîk anîn ziman. Ji ber vê yekê jî konferans di heman demê de piştgiriya piranî civakê jî girt û bingeheke xurt ji bo hevgirtina bindestan bi hev dû re û têkoşîneke hevpar danî.
Ji bo komareke demokratîk bang li têkoşîna hevpar
Nirxandin û nîqaşên di konferansê de derketin pêş di serî de têkoşîneke hevpar ji bo komareke demokratîk bû. Di hemû rûniştinan de hewcedariya têkoşîneke hevpar ji aliyê axiveran ve dihat ziman. Di encamnameya konferansê de jî bang li hemû beşên cuda yên civakê hat kirin ku ji bo komareke demokratîk têkoşîna hevpar bilind bikin. Ji ber wê jî ew konferans ji aliyekî vê bangavaziyek ji hemû beşên civakê re bû. Ji bo wê jî destpêkeke nû bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nirxandinên xwe de destnîşan dike ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû kesên derveyî qanûnan hatinê hiştin e. Ji bo wê jî di serdemeke ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li darxistina konferanseke bi vî rengî xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Li gor vê girîngiyê bilind kirina têkoşîna hevpar a beşên cuda yên civakê û taybet jî yên li derveyî qanûnan hatinê hiştin dikarê di komarê de veguherîneke demokratik pêk bînê.














