* Akademîsyen Vahap Coşkun derbarê “Di Sedsaliya Duyemîn De Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk” de axivî, diyar kir ku konferans bi du armancan hatiye pêkanîn û wiha got: “Yek piştgirî dayîna pêvajoyê ye. Ya duyem jî nîqaşkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê yên hiqûqî û siyasetê bû. Pirsgirêk dê çawa bên çareserkirin danûstandina fikran heye. Bi tenê siyasetê ev pirsgirêk çareser nabin. Bar li ser milê herkesî ye divê herkes di vê çarvoveyê de berpirsiyariyên xwe bîne cih.”
* Li Amedê di navbera Rêveberiya Zanîngeha Dîcleyê û şîrketa PETAR AŞyê de peymaneke 10 salan a talanê hate îmzekirin. Li qada kampusê ya ku cîranê Baxçeyên Hewselê yên UNESCOyê ye amadekariyên vekirina 6 bîrên petrolê tên kirin. Hevserokê ÇMOyê Newroz Kavak derbarê vê texrîbata pîşesazî de hişyarî da û diyar kir ku ev proje dê av ax û faunaya bajêr bi temamî jehrî bike û bang kir ku berî rûxandina mezin dest pê bike divê ev şaşî demildest bê rawestandin.
* Berdevkê Dîplomasiya PJAKê yê Ewropayê Zagros Enderyarî anî ziman ku li hevkirina di navbera Amerîka û Îranê de lihevkirineke demkî ye û got: “Şer dê berdewam bike. Divê partiyên Kurd ji bo wê rojê xwe amade bikin.”
* Çîgdem Ozlu ji sala 2022yan ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin û nexweşiyên wê yên penceşêra guatr, werem û bêhçikiyê hene. Li gorî gotina girtîgehê Çîgdem Ozlu ameliyat kirin. Hevserê Çîgdem Ozlu, Yaşar Ozlu diyar kir ku di demên dawiyê de encamên Çîgdem Ozliyê baş derneketin û got: “Tevî ku nexweşiyên Çîgdemê, Saziya Tipa Edliyê (ATK) biryara ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da û dê bê ameliyatkirin. Em nizanin ku niha rewşa Çîgdemê çawa ye?”
* Jinên Wanî ên xwestin pêvajoya Aştî û Civakak Demokratîk berdewam bike û girtî werin berdan anîn ziman ku ji destpêka pêvajoyê heta niha tu cenaze nehatine, dayik nagirîne û gotin: “Divê dewlet gavê şênber bavêje û guh bide daxwazên girtiyan.”
* Amedsporê li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê ji bo pêşketina Amedsporê û ciwanên Kurd di bijartinên akademiya fûtbolê de 49 zarok û ciwan bijartin. Antrenorê Tîma Zarokan Îhsan Kaplan derbarê bijartinan de diyar kir ku ew dixwazin zarokên Kurd di futbolê de derkevin pêş û ser bikevin.
* Şaredariya Erxeniyê dê li Parka Orman a Taxa Yenîşehîr a navçeyê, Bazara Taxê ya Keda Jinan veke. (11:00)
* Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê di çarçoveya xebatên “Em ê gotina aştiyê bi gel re saz bikin” li navçeya Elkê, Qileban û navenda Şirnexê tev li civînên gel bibe. (11:00-20:30)








