• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

    Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

    Faîk Bûlût: Îsraîl bi piştgiriya Amerîka û Îngîltereyê hevsengiya Rojhilata Navîn diguherîne

    Faîk Bûlût: Îsraîl bi piştgiriya Amerîka û Îngîltereyê hevsengiya Rojhilata Navîn diguherîne

    Tora Koordînasyonê dê têkoşîna li dijî bengîtiyê li bajêr belav bike

    Tora Koordînasyonê dê têkoşîna li dijî bengîtiyê li bajêr belav bike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îzmîr / AW

18 HEZÎRAN 2026 - 22:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemil Tugay, bi daxuyaniyekê rexne li biryarên dawî yên rêveberiya partiya xwe girtin. Tugay ragihand ku ew ji Partiya Gel a Komarê (CHP) îstifa kiriye û diyar kir ku ew ê ji niha û pê de wekî şaredarekî serbixwe wezîfeya xwe bidomîne.

 Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmiîê Cemil Tugay, li ser Xê bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re ragihand ku ew ji partiya xwe CHPê vekişiyaye. Di daxuyaniyê de bal kişand ser biryara ‘betalkirina teqez’ û dûrxistina serokên bajaran a ku van demên dawî de pêk hatine û ev biryar wekî “neheqiyeke mezin a li dijî vîna siyasî ya Îzmirê” pênase kir.

‘Biryarên îxracê cihê fikaran e’

Cemil Tugay di daxuyaniya xwe de anî ziman ku pêvajoya piştî biryara ‘betalkirina teqez’ zirarên mezin daye partiyê û got: “Bi taybetî biryarên îxracê yên ku van rojên dawî de li pey hev hatine girtin, cihê fikaran e û ev şaşiyeke mezin e ku nayê qebûlkirin.”

‘Hewldanên me yên dilsoz bêencam man’

Cemîl Tugay destnîşan kir ku heta niha bi gotin, helwest û bi îmzekirina ji bo kongreya awarte hewl daye ku partî vegere ser xeta xwe ya demokratîk, lê ev hewldan bêencam mane. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êdî rûbirûbûna vê bi rastiyê re neçarî ye û got: “Ez dibînim û fehm dikim ku hewldanên me yên dilsoz di dema ku em li bendê bûn de encamê nadin û li gel vê yekê gelek endamên partiya me bi awayekî neheq û nehiqûqî dibin hedef. Welatê me hewceyî bi CHPyeke welê heye ku ji her cûre wesayet û manîpulasyonan dûr be, ji bo maf û refaha gelê me bixebite. Lê belê ‘CHP ya betalkirinên teqez’ êdî ne banê vê têkoşînê ye.”

Wê bi awayeke serbixwe wezîfeya xwe bidomîne

Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Cemil Tugay daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi van nêrîn û ramanên xwe, bi xemgîniyeke mezin û bi hêviya ku rojekê vegerim, ez ji endametiya Partiya Gel a Komarê (CHP) îstifa dikim. Di pêvajoya li pêşiya me de, ez ê wekî serbixwe wezîfeya xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmirê bimeşînim û bi hemû hêza xwe xizmeta bajar û gelê me bikim.”

Etîket: Cemîl TugayCHPîstîfaŞaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrêserbixwe
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

12 HEZÎRAN 2026
28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

11 HEZÎRAN 2026
Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

10 HEZÎRAN 2026
Kemal Kiliçdaroglu dev ji komcivînê berda

Kemal Kiliçdaroglu dev ji komcivînê berda

9 HEZÎRAN 2026
Devlet Bahçelî: Pêvajo wê heta dawiyê berdewam bike

Devlet Bahçelî: Pêvajo wê heta dawiyê berdewam bike

9 HEZÎRAN 2026
Li Meclîsê aloziya komcivîna CHPê

Li Meclîsê aloziya komcivîna CHPê

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ bang: Werin em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya şerê DYA û Îranê: Hezar û 500 kes mirin û 3 milyon kes jî koçber bûne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Fermandarê YBŞê Emîn Kartal hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em dest bidin hev û aştiyê ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hezên demokratîk divê polîtîkayan hilberînin û saziyan ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (523)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne