* Aktivîstê Çerkez K’eref Albuz anî ziman ku piştî avabûna Komarê ew jî rastî polîtikayên pişaftin û tunehesibandinê hatine û wiha got: “Piştî travmayên sirgûnî û tevkujiyê di komarê de jî bi xayintiyê hatin binavkirin. Vê yekê jî di Çerkezan de şikestineke mezin çêkir. Çerkez ji nasnameya xwe dûr ketin.”
* Endamê KURDÎWARê Orhan Sakçî derbarê “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” de axivî û diyar kir ku bi vê çalakiyê wan xwestiye bala gelê Kurd bikşînin ser ziman, çand û wêjeya Kurdî û wiha got: “Armanca me avakirina sekneke li dijî bişaftinê ye û em ê hewldanên xwe yên bi vî rengî bidomînin.”
* Rêveberên DEM Partiyê û HDKê yên li Stenbolê banga beşdariya “Mitînga Azadiyê” li xelkê kirin û gotin: “Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad bibe. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe aştî jî dê pêk neyê. Em li benda gelê xwe ne ku bi yek dilî banga azadiyê bikin.”
* Swîsre dê penaberê siyasî yê Kurd Ahmet Tabû di 30yê Hezîranê de deportî Tirkiyeyê bike. Ahmet Tabû da zanîn ku vegera wî ya Tirkiyeyê xetere ye û heke wî bişînin dê bê girtin.
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê biaxive. (12:45)
* Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), wê bi beşdariya hevserokê xwe yê giştî Keskîn Bayindir li navçeyên Erdîş û Tûşbayê yên Wanê civînên gel li dar bixe. (19:00)








