Stenbol – Rojnameger Bayram Balci ji sala 1991î ve weke kedarê Çapemeniya Azad xebitî, ji ber nexweşiya penceşerê temenê wî têr nekir û xatirê xwe ji karwanê Çapemeniya Azad, malbat, heval û dostan xwest û koça dawî kir. Balci li pişt xwe mîrateyek mezin hişt û ev mîrate dê bibe nexşerêya Çapemeniya Azad. Balci derbarê Çapemeniya Azad de wiha gotibû, “Rojnamegerî pêvajoyek e, piştî mirinê em malnîşin dibin. Lê piştî wê demê jî dibe ku laşê me bixebite.”
Gelek kes hene ku di Çapemeniya Azad e ji bo rastî û heqîqetê ked dan, hatin kuştin. Rastî û heqîqet bê berdal nîn e, lewma bûn cangoriyên azadiya welatekî. Ji ber ku li dijî rastiyê her dem hêzên tarî hebûn, bênavber şerê heqîqetê xwe da nîşandan. Tevî hemû astengî û zextan jî kedkarên Çapemeniya Azad tu carî gavek bi paş ve neavêtin. Yek jî van kesên ku her cure zext, zordarî dît û hemû bedelan da ber çavê xwe jî rojnameger-nivîskar Bayram Balci bû. Wî bi wêrekî û berxwedanek bêhepma di nav karwanên Çapemeniya Azad de xebitî. Bayram Balci di sala 1991an de dest bi rojnamegeriyê kir û pênûsa rastî û heqîqetê tu car nedanî.
Êrişa li ser bavê wî bandorê li ser wî kiriye
Bayram Balci di sala 1963yan de li Enqereyê hate dinê. Bayram Balci bi xwe xelkê Sêwazê bû. Heta lîseyê li navçeya Altindagê ya Enqereyê xwend. Lîseyê li Mersînê xilas kir. Piştî lîseyê qedand çû zanîngehê lê ji ber ku Darbeya 1980yî pêk hat, zanîngehê nekarî biqedîne û dest bi kare rojnamegeriyê kir. Bayram Balci wiha behsa çawa bû rojnameger dikir; “13 salî li Enqereyê bûm. Bavê min rojnameyek dixwend. Bavê min jî li banakayek dixebitî, kedkar bû. Ji ber ku bavê min rojnameye Cumhuriyetê dixwend bi êrişê re rû bi rû mabû. Wê demê min got ez ê bibim rojnameger.”
Damezrînerê Ozgur Gundemê ye
Bayram Balci di salên herî tarî û dijwar de di salên 90î de li Çapemeniya Azad dest bi xebatê kir. Di sala 1991î de cara yekemîn diçe Kurdistanê û li wir kedkarên çapemeniya azad nas dike. Bayram Balci yek jî damezrînerê Rojnameya Ozgur Gundemê ye. Bayram Balci derbarê avakirina Ozgur Gundemê de wiha gotibû; “Çapemeniya desthilatê nûçeyên derew çêdikir. Nûçeyên li gundan bi awayek derew çêdikir, nûçeyên êrişênderew çêdikir. Li dijî vê me jî dest bi rojnamegertiya alternatîf kir. Ji ber ku me me bi xwe dixwest îdeolojiya fermî asteng bikin xwenerên me ji yê wan zêdetir bû. Rojnameya heftane êdî têra me nedikir. Ji bona wê di sala 1992yan de me Ozgur Gundemê derxist.”
Di salên destpêke yên Ozgur Gundemê de Balci li Rihayê weke nûçegihan dest bi kar kir. Rojnameya Ozgur Gundemê wê demê bala her kesî kişand ser xwe. Bayram Balci li Amed, Wan, Şirnex û Merdînê jî di nava çapemeniya azad de nûçegihanî kir û ked da. Li her derî bi awayekî çalak karê rojnamegeriyê kir.
‘Tiştê ku me berî 20 salan got îro tê gotin’
Hejmara yekemîn ya Ozgur Gundemê di 30yê Gulana 1992yan de tê çapkirin, piştî hefteyekî kedkarekî rojnameyê tê kuştin. Bayram Balci dibêje, “77 hevalên me kuştin, ji wan 13 heval nûçegihanên me bûn. Dixwestin me ji holê rakin. Yek faîlên wan jî derneket holê. Tevî vê yekê jî me karê xwe bi awayekî serkeftî kir. Her kes jî gotinên me dibêjin. Tiştê ku me berî 20 salan got îro tê gotin. Me berî 20 salan gotibû lê îro ew jî dibêjin. 17 hezar bûyerên faîl nediyar qewimîn. Ev hemû di wan salên zor û dijwar de pêk hatin. Tevî vê yekê jî me pênûsa rastiyê li erdê nehişt û me dengê heqîqetê belav kir.”
Her rojên salên 90î zext û zordarî li ser Çapemeniya Azad pêk dihat
Kedkarên Rojnameya Ozgur Gundemê Cengîz Altûn, Mecît Akgun, Hafiz Akdemîr, Yahya Orhan, Huseyîn Denîz , Musa Anter, Halîl Adanir, Lokman Gunduz, Orhan Karaagar, Kemal Kiliç, Tegmen Demîr, Haşîm Yaşa, Ferhat Tepe, Yusuf Karauzum, Adîl Başkan, Yalçin Yaşa, Nazîm Babaoglû û gelek kes hatin kuştin. Her yek rêhevalê Bayram Balci bû. Piştî nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr di sala 1992yan de hate kuştin Bayram Balci wiha gotibû; “Me fêm kir ku dê dewlet çawa nêzî me bibe. Her rojên salên 90î zext û zordariya li ser Çapemeniya Azad berdewam kir. Kedkarên Çapemeniya Azad her roj di bin gefên kuştin, îşkence û girtinê de xebitîn. Rojnameya Ozgur Gundemê di Nîsana sala 1994an de hate girtin.”
‘Bi awayekî tesadufî ez li jiyanê mam’
Gelek hevrêyên Bayram Balci hatin kuştin û gefa kuştinê li wî jî hate xwarin. Bayram Balci derbarê kuştinan de wiha gotibû; “Bi awayekî tesadufî ez li jiyanê mam. Cînayet bi destê JÎTEM û Hizbulkontra pêk dihatin, îstîhbaratê jî cendirmeyan dida wan. Saziyên fermî jî dizaniyan ku gef ji me dixwarin. Lê derbarê ewlehiya me de tu tişt nekirin.” Di sala 1994î de li Merdînê derbarê kuştina keşeyê Suryanî de ku ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin, nûçeyek çêdike û paşê jî êrişêk çekdarî li dijî Bayram Balci pêk tê. Bayram Balci sedema vê êrişê çêkirina nûçeya derbarê keşe de pênase dike. Bayram Balci weke nivîskarê çîrokê di fîlma Pressê de cih girt. Fîlma Pressê derbarê serpêhatiya kedkarên Çapemeniya Azad ku di salên 90î de çawa hatibûn revandin, kuştin û girtin vedigot.
‘Rojnamegerî pêvajoyek e, piştî mirinê em malnîşin dibin’
Bayram Balci derheqê rojnamegeriyê de ev nirxandina watedar kiribû;”Di karê rojnamegeriyê de mirov dema jiyana xwe ji dest dide malnîşin dibe. Tu nikarî ji rojnamegeriyê malnîşin bibî. Rojnamegerî pêvajoyek e, piştî mirinê em malnîşin dibin. Lê piştî wê demê jî dibe ku laşê me bixebite.”
7 sal bûn li ber penceşerê têdikoşiya
Kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci ev 7 sal bûn li Belçîkayê ji ber sedema nexweşiya penceşerê dihat dermankirin. Rewşa Bayram Balci berî 3 rojan giran bû û wî rakirin nexweşanayê, duh bi şev jiyana xwe ji dest da.













