* Di sala 2011an de piştî şerê navxweyî ya Sûriyeyê Kurd di serî de hemû pêkhate û bîrdoziyên cuda xwe bi rêxistin kirin. Di vê şerê navxweyî de herî zêde jin zirarê dîtin û bê parastin man. Li ser vê esasî di sala 2013yan de bi pêşengtiya jinên Kurd bi armanca parastina cewherî, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat avakirin. YPJ her çiqas piranî ji jinên Kurd pêk hatibe jî, jinên pêkhateyên cuda jî cihê xwe di nav de girtin.
* Parlamenterê DEM Partiyê yê Sûryan George Aslan destnîşan kir ku piştî avabûna komarê li ser pergala yek netew û yek bawerî Sûryanî bi qirkirinê rû bi rû man û wiha got: “Heke ev komar komarek demokratîk bûya ne kêmnetewên Xirîstiyan û ne jî gelên vî welatî wê niha ne di vê rewşê de bûna. Birêz Ocalan Komara Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan dixwaze.”
* Dayikên Aştiyê yên Stenbolê diyar kirin ku bi daxwaza azadiyê ew ê di 28ê Hezîranê de tev li mitîngê bibin û gotin: “Aştî hewcedariyek wekî nan û avê ye. Banga me li gelê me ye bila werin em daxwazên xwe bînin ziman. Mitîng ji bo aştiyê û azadiya Serokatî dê pêk bê.”
* Li Kurdistanê û Tirkiyeyê her roja ku diçe rewşa aboriyê ber bi xerabûnê ve diçe û welatiyên ku li Hala Sêrtê bi karê danûstendina fêkî û sebze re mijûl dibin diyar kirin ku ev rewşa heyî ya aboriyê bendoreke neyênî li karê wan dike.
* Murat Atalay ji ber êşa laşê xwe serî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dide û ji ber dermankirina xelet, rewşa wî xerab dibe. Birayê wî Fûat Atalay ê jî piştî xeletiya nexweşxaneyê serî li dadgehê daye dixwaze doz zû encam bibe û birayê wî were dermankirin.
* DBP, TJA û DEM Partî dê li taxên Fatîhpaşa û Hasirli yên navçeya Sûra Amedê ji bo mitîngê xebatê bi rê ve bibin. (18:00)
Kirmanckî
* Mamostayê ziwanê kirmanckî Mehmet Olmezî, Prosesê Aştî û Komelê Demokratîkî de rewşa ziwanî ser o nuşt û wina vat: “Çareserîyêka ke ziwanê şaran nêgîro binê temînatî, do temam nêbo. Çunke înkaro ke bi se serran o şarê kurdan ser o yeno tatbîqkerdene, verê her çîyî înkarê ziwanê înan bî.”
* Hesen Atli eslê xo ra Demeniz o, eşîra înan terteleyê 1938î de zaf bargiranîye dîye. Dewa xo ra, welatê xo ra dûrî nêmendo û ameyo dewa xo de banî viraştê. Venga qomê xo dano û wina vano: “Hardê ma de, dewa ma de gonîya ma rişîyaye, çutur welatê xo caverdîme.”








