Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a Silopya de got ku ew destûrê nadin tu kes hêviyên gelê yğ aştiyê tune bike.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Drmokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre di çarçoveya xebatên, ‘Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin’ li taxa Dolka Haco ya navçeya Silopya ya Şirnexê tev li civîna gel bû.
Di destpêka civînê de welatiyên ku tev li civînê bûne nêrînên xwe anîn ziman. Welatiyan gotin ku ji bo serkeftina gelê Kurd hewceyî bi tifaqa gelê Kurd heye. Her wiha welatiyan bang li dewletê kir ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gavên şênber biavêjin.
Piştî nêrînên gel Hevseroka Gışti ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axıvi ü diyar kir ku siyaseta demokratîk a Kurdan bi saya gel gihiştiye îro û wiha got: “Gelê Kurd ji salên 90î heya îro bi gelê xwe tekoşîn meşand. Siyaseta demokratîk îro gehiştibe vê astê bi saya keda gelê me ye. Ger îro maseyek hebe û em li dora vî mesayî bin, ev yek bi saya gelê me û cangoriyên vî gelî ne.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku her kes pirsa dewlet çima gav navêje dike û axaftina xwe berdewam kir: “Ji 27ê Sibatê heya îro em vê pirsê ji dewletê dikin. Hûn çima gav navêjin? Ji ber ku heya îro dewletê biryar nedaye ku Kurd kî ye, Kurd kî ne. Gelê Kurd li cîhanê nîşan da ku gelê Kurd kî ye lê dewleta netewperwer hêja fêm nekiriye ka gelê Kurd kî ye. Gelê Kurd li ser hemû pêkanînan destê xwe dirêjî aştiyê kiriye. Dewleta ku vî destî li hewa bihêle dê wında bike. Tenê ne dewlet dê wenda bike, hemû gel dê wendq bike.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û axaftina xwe wiha domand: “Yek milet û yek ziman dide windakirin û divê ev mêjû were guhartin. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember yekperweriyê hatiye kirin û ev bang ji bo her kesî hatiye kirin. Gelê Kurd ziman û nasnameya xwe aniye heya îro û divê êdî were naskirin. Li tu dewletan demokrasî ne gava yekemîn e. Ev pêvajo demokrasiyê dane pêşiya dewletê. Tişta ku em dixwazin demokratbûna dewletê ye.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar da zanîn ku rêberên gelên tekoşîna azadiya dane bi awayek azad rûniştine ser maseyê aştiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro em tişteke nû dijîn. Cara yekemîn e ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd komîsyonek li meclîsê hat avakirin. Ev komîsyon bi îradeya Rêber Ocalan hat avakirin. Şewitandina çekan û gavên ji bo aştiyê yên Tevgera Azadiyê gavên gelekî girîng in lê ev yek ne bes e. Divê li hember van gavan dewlet jî gav biavêje.Li cîhanê gelek gelan tekoşîna azadiyê dan û rêberên wan di şertên azad de rûniştin ser maseyê aştiyê. Îro divê Rêber Apo jî bi awayek qanûnî bikeve şertên azadiyê û bikare gotina xwe bibêje. Her kes dibêje bila ev pêvajo dirêj nebe. Îro rayedarên dewletê jî vê yekê dibêje lê gav navêje. Aştî tenê ne karê dewlet û desthilatdariyê ye. Em destûrê nadin ku hêviyên gelê me werin tunekirin.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar herî dawî banga tevilbûna mitîngên azadiyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku dewlet gav biavêje em ê di 27 û 28ê hezîranê mitîngên azadiyê li dar bixin û em gelê xwe vedixwînin mitîngên azadiyê.”
Civîn bi dirüşma, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
















